Diyarname
Hunermendekî kurd ê bi navê Cihan Aymaz ku li kuçeyan karê muzîkê dikir, duh êvarê li Kadikoya Stenbolê hat kuştin. Kesek bi navê Mehmet Caymaz hatiye ber wî, stran xwestiye, û paşê kêr li Aymaz daye.
Bûyer duh êvarê saet li dor 19'an li perava behrê, li Kadikoya Stenbola Tirkiyeyê derketiye. Cîhan Aymaz wekî gelek caran tembûra wî di dest de û karê xwe yê muzîkê dikir. Mehmet Caymaz ê ku hatiye ber, pêşî ji Aymaz stranek xwestiye. Aymaz bersivek neyînî daye û paşê Mehmet Caymaz kêr li hunermend Aymaz daye. Aymazê ku ji singê xwe birîndar bûye, ketiye behrê. Heta ew ji behrê derxistine û rakirine nexweşxaneyê lê di rê de miriye.
Hevalê hunermend Cihan Aymaz ê bi navê Muhammet Magol di îfadeyên ku dane polîsan de wisa gotiye, "Ev kesê bi navê Mehmet çûye cem Cihan û qîriya ye, gotiye 'Strana ez dixwazim vebêje olan'. Cihan jî gotiye 'Temam emê bêjin lê aram be. Neqîre, mirov aciz dibin.' Vê navberê de wî kêr ji bêrîka xwe derxist û lêda. Raste rast kêr li singê wî da. Ji singê Cîhan xwîn hat û ji ber ew defh da, Cihan ket behrê. Paşê Mehmet Caymaz jî kêr di dest de xwe avêt behrê. Cihan ber bi qeraxê ve kişand, li nav behrê jî li Cihan da. Dema Cihan li behrê bû li ser xwe bû. Ber xwe dida. Me Cihan ji dest derxist, me derxist derve û ew li ser peyarêyê dirêj kir. Mehmet ji behrê derneket, li wir ma, sekinî. Em cih de li polîs û ambûlansê geriyan."
Magol di îfadeyê gotiye ku ev 6-7 meh in ew Cîhan nas dike û ev yek lê zêde kiriye, "Dema me Cihan ji behrê derxist jixwe çû. Paşê polîs û ambulans hatin. Ew rakirin nexweşxaneyê. Dûre polîsan Mehmet ji behrê derxist, lê dema ji behrê derxist kêr ne di dest de bû."
Cihan Aymaz kurdekî ji Dîgora Qersê bû û 30 salî bû. Ew nava rojê li kargoyê dixebitiya, êvaran jî derdiket karê muzîkê. Wî piranî bi kurdî digot.
Kujer Mehmet Caymaz piştî îfadeyê îro şandin Edliyeya Kartala Stenbolê.