logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Saziyên kurd banga çareseriya demokratîk kir

Hin saziyên kurdan ên li Stenbolê bi daxuyaniyek li ser rewşa dawî ya li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê helwesta xwe eşke

  • Dîrok: 18/01/2016
  • Beş: Nûçe

Stenbol

Hin saziyên kurdan ên li Stenbolê bi daxuyaniyek li ser rewşa dawî ya li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê helwesta xwe eşkere kirin û banga çareseriya demokratîk kirin.

Vaye daxuyaniya saziyên kurd û saziyên ku metin îmze kirine:

"Pêvajoya çareseriyê ku di sala 2013’an de bi banga Rêberê PKK’ê birêz Abdullah Ocalan dest pê kir, hêviya aştiyê li seranserî Tirkiye û Kurdistanê di dilê mirovan de geş û gur kir. Her çi qas AKP’ê gavên pêwîst ên ji bo aştî û çareseriyê neavêtibûn jî, piştî vê lihevkirina li Dolmabahçeyê her kes li bendê bû ku gavên pêwîst werin avêtin, heyeteke çavdêriyê ya serbixwe pêk were, pêvajo bi pêş bikeve û birêz Ocalan bang li KCK’ê bike da ku di bihara 2015’an de bi kongreya awarte biryara bidawîkirina şerê çekdarî yê li dijî dewleta Tirkiyeyê ragihîne.  Lê belê piştî çend hevdîtinan ev pêvajo li şûna ku bi pêş bikeve, berepaşkî çû, piştî hevdîtinên meha Nîsanê, hevdîtinên bi birêz Ocalan re ji binî ve hatin qutkirin.

Pêşî Serokkomar Erdogan nerazîbûna xwe li dijî lihevkirina Dolmabahçeyê diyar kir û piştre jî hikumetê, di pratîkê de dawî li vê pêvajoya çareseriyê anî. Hikumeta AKP’ê li şûna ku qanûnên demokratîk derxe, qanûnên şer li pey hev derxistin û berî hilbijartina giştî polîtîkayên şer ên AKP’ê tundtir û diyartir bûn.

Berî hilbijartinê pêşî li Agirî, piştre li Edene, Mêrsînê provakasyonên bidawîkirina agirbestê hatin lidarxistin. Berî hilbijartinê bi du rojan (5’ê Hezîranê) li Amedê bombe di mîtînga HDP’ê hate teqandin, 4 kesan jiyana xwe ji dest da. Di hilbijartinê de HDP’ê di gel hemû êrîşan jî serkeftineke mezin bi dest xist, AKP’ê derfeta avakirina hikumeta bi tena serê xwe ji dest da. piştî vê yekê polîtîkayên şerxwaz ên AKP’ê diyartir bûn.

Pêşî di 20’ê tîrmehê li Pirsûsê di nav ciwanên ku dixwestin biçin Kobaniyê de du xwekujan xwe teqand, 34 kesan jiyana ji dest da. Piştî wê bi çend rojan AKP’ê li Serekaniyê kuştina du polîsan kire hincet û balafirên şer ên Tirkiyeyê êrîşên hewayî birin ser Qadên Parastina Medyayê, piştî wê agirbesta heyî bi dawî bû, şerekî dijwar dest pê kir. Piştî ku agirbest bi dawî bû, êdî hemû mirov aştîxwaz ji kujeran re bûn hedef. Bo nimûne, di 10’ê cotmehê de du xwekujan xwe di nav girseya mîtînga aştiyê de teqand, 107 kesan jiyana xwe ji dest da. AKP’ê bi vê polîtîkaya şer û tirsandinê di hilbijartina 1’ê mijdarê de encameke baş bi dest xist û heman pêvayo her roj dijwartir bû.

Ev şer îro gihaştiye asta qirkirinê, êdî li kuçe kolanên şar û şaroçkeyên Kurdistanê her roj jin, zarok, kal û pîr ji tê de bi dehan mirov têne kuştin.  Mixabin rewşa ku derketiye holê, rewşeke ji salên 90’î xerabtir e, Tirkiye her ku diçe zêdetir ber şerekî navxweyî ve tê ajotin, mirov ku qala aştî û wekheviyê dikin, ji hêla Serokkomar Erdogan ve wekî xayîn û sûcdar têne binavkirin û piştî wê jî têne girtin, hin caran jî her wekî Tahir Elçî têne kuştin. Em wekî saziyên demokratîk ên Kurdistanî piştgiriya xwe ji bo daxuyaniya akademîsyenên aştîxwaz diyar dikin û  dibêjin, bi vî awayî tu kêşe û pirsgirêk çareser nabin, êdî bes e,  divê demildest ev şer raweste û pêvajoya çareseriyê ji nû ve dest pê bike.

Em bang li Erdogan û hikumeta AKP’ê dikin û dibêjin, gelê kurd mafên xwe yên rewa dixwaze, ev gel êdî naxwaze bê statû bijî, ew dixwaze bi ziman û nasnameya xwe, awayekî xweser bijî.. Ev yek ne sûc e, ne jî guneh e. Gelê kurd dixwaze li ser bingeha wekhevî û azadiyê bi gelên din re bijî. Êdî bes e, dev ji van polîtîkayên kuştin û qirkirinê berdin, vegerin ser mêza muzakereyê, bila pirsgirêk bi rêbazên aştiyane werin çareserkirin.

ENSTÎTUYA KURDÎ YA STENBOLÊ

KOMELEYA HIQÛQNASÊN AZADÎXWAZ

DAYIKÊN AŞTIYÊ

KOMELEYA PIŞTGIRIYA BI KOÇBERAN RE

KOMELEYA XIZMÊN WINDAHIYAN KOMELEYA KESKESORÊ YA JINAN

KOMELEYA MALBATÊN GIRTIYAN

KOMELEYA ELEWIYÊN DEMOKRAT

KOMELEYA ALIMÊN OLDAR

ROJAVA-DER

DGD (PLATFORMA KOMELEYÊN ROJHILAT Û BAŞÛRÊ ROJHILAT

KOMELEYA HAWÎRDORÊ YA MUNZURÊ"


Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Navê Hafiz Akdemîr li kolana lê hatibû kuştin kirin

ad

Li Kerkûkê pêşangeha pirtûkan hat vekirin

ad

Amedsporê hem pûan lîderî winda kir, hem jî teknîk dîrektor

ad

RTUK'ê ceza da Sezen Aksu

ad

'Bi xatirê te birê min' hat nîşandayîn

ad

El Clasicoyeke din çû: Barselonayê Super Kupa bir mal xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname