Diyarname
"Erojen" pênaseyek e li ser bedena mirovan, lê niha em niha ne qala vê pênasê, em qala pirtûka bi navê "Erojen" dikin.
"Erojen" navê pirtûka nivîskar Berfo Barî ye ku di sala 2015'an de ji Weşanên Nayê derketiye. Pirtûka çîrokan "Erojen" pirtûkek ziravik e lê pirtûkek xwedî çîrokên xweş e. Mirîşk, Tîbûn, Çîrokên Cinan, Du zava û bûkek, Qesasê kuçeya Morgueyê, Duello, Evînên Dîjîtal, Xumîna Qazanê, Min xwe da, Filîmê seksê, Pirs, Berguhk, Wenda bû, Xwedayê xwe, navê çîrokên di Erojenê de ne.
Di pirtûkê de çîrokên serketî hene, lê hinên tevlihev jî. "Tîbûn", "Mirîşk", "Evînên dîjîtal" çîrokên derdikevin pêş in. Bi kurtahî mirov bibêje "Erojen" hêjayî xwendinê ye.
Erojen / Berfo Barî / Weşanên Na / 50 rûpel / 2015


