WAN
Hevşaredara Îpekyolu ya Wanê Aygun Bîdav bi biryara Wezareta Karên Hûndir a Tirkiyeyê ji peywirê dûr hat xistin.
Wezaretê bi hinceta tevlî daxuyaniya îlankirine rêveberiya xweser bû Bîdav ji peywirê girt û bi yekê ji meha gelawêjê heya niha hejmara hevşaredarên DBP'ê yên ji peywirê hatîne girtin derketin 19 kesan.
Meclîsa Şaredariya Îpekyolu bertek nîşanî biryarê da. Hevşaredarê Îpekyolu Veysel Keser berî civîna meclisê daxuyanî da û got ku Wezareta Karên Hûndir li hemberî şaredariyên DBP'yî biryarên li dijî hiqûqê dide û wiha got: "Vîna bajarê ji 270 hezaran pêk tê tune hesibandin rast nîn e. Hê tu darizandin dest pê nekiriye û dozgeriyê tu tişt ji me re negotiye Wezareta Karên Hûndir Bîdav ji peywirê girt ku ev yek ne hiqûqî ye. Ev biryarek siyasî ye."
Berdevkê Meclisa Şaredariyê Cevdet Altundag jî biryar şermezar kir û got ku ew vê yekê qebûl nakin.
Li ber Şaredariya Êlihê çalakiya rûniştin
Her wiha li ber Şaredariya Êlihê ji bo ku biryara hevşaredar jî di nav de 18 kesên hatine hilbijartin û ji kar hatine dûrxistin paş ve bê girtin çalakiya rûniştinê hate destpêkini. Li ber şaredariyê kursiya serbest hate danîn û Platforma Demokrasiyê ya Êlihê daxuyaniya "Biryara ji dûrxistina peywir ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê hikûmeta hilbijartinê ya demî ve hatiye dayîn. Ev biryar ne hiqûqî, siyasî ye. Em vî biryarî nas nakin û vê yekê careke din tînin ziman." Heta biryar bê betalkirin dê li ber şaredariyê çalakiya rûniştinê bidome.


