Hewlêr
7'emîn civîna her pênc aliyên şirîkên hikumeta Herêma Kurdistanê ya li ser qeyrana serokatiya Herêma Kurdistanê bi dawî bû. Partiyên beşdar 16'ê mehê careke din dê li ser meseleyê li hev bicivin.
Civîn îro li Hewlêrê bi beşdariya PDK, YNK, Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li Hola Seed Ebdulah li dar ket.
Piştî civînê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên daxuyaniyek da û diyar kir ku di civînê de aliyan pêşniyarên xwe pêşkêşkirine û wiha got: "Civîna îro teqez kir ku pêwîst e aliyên siyasî li ser qeyranê li hevbikin û bi hev re pirsgirêkê çareser bikin. Di civînê de pêşniyarên ji aliyê siyasî ve hatine kirin nîqaş li ser hatine kirin. Aliyên siyasî wê biçin li gel berpirsên partiya xwe van pêşniyarên hatine kirin nîqaş bikin. Di civîna bêde dê her aliyekê pêşniyarên xwe bînin civînê da ku alî li ser pirsgirêkên hene bi bigihîn encamekê."
Fûad Hisên destnîşan kir ku pêvajo heta niha bi awayekî baş pêşve çû ye û wiha axivî: "Rast e civînên me dirêj kirin, lê mijarên wan girîng in. Di civînan de ne tenê mijara serokatiyê tê nirxandin, herwiha pêşeroja Kurdistanê jî tê nîrxandin.”
Serokê Dîwana Serokatiya Herêm Kurdistanê Fûad Hisên ragihand ku pêşniyarên hatine kirin pêşniyarên zelalin û peywendî bi şêwazê hilbijartinê û desthiladariya serokatiya Herêma Kurdistanê ve heye û got ku wê roja pênçşema bê dîsan aliyên siyasî li hev bicivin.
Dema Serokatiya Herêma Kurdistanê ji 19'ê gelawêjê ve bi dawî bûye û heta niha ji bo çareserkirina meseleyê 7 civîn li dar ketin lê encam bi dest nexistin. PDK dixwaze dema Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 2 salên din were dirêj kirin û ji aliyê gel ve bê hilbijartin. YNK, Tevgera Goran, Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî daxwazin Serokê Herêma Kurdistanê di nav parlamentoyê de were hilbijartin û erkê wî were kêm kirin.
ROJNEWS