Heznî Haco
Hew li bîra min e di kîjan mehê, ji sala 1989'an de bû, ku bi serdan dîsa çûbûm Almanya. Min bihîst ku birêz Hemreş Reşo, serokê PDK-T, nexweş e. Li ser masa wî komek ji hejmarên govara TEVGER hebûn. Di wan hejmaran tevan de li ser tevgera başûr hatibû nivîsandin, tevî ku piştî Enfalan û Helebce yek rêxistinek başûrî li wê qadê nemabû, berevajî, li bakur tofan bû, dewleta tirk roj bi roj – wekî niha – aqil avêtibû û digot: "Ez şer ranawestînim heta ku koka terorîstan neynim." Ez û rehmetî ketin gengeşeyek dûr û dirêj. TEVGER ku ji PDK-T û 7 rêxistinên kurd pêkhatibû û armanca wê a sereke reşkirina PKK'e bû, îro bi mikroskopê jî, TEVGER, ne li bakurê welêt, ne jî li Ewropa, nayê xuyakirin.
Her di wê serdanê de, min Selah Bedredîn, ê ku wî ew take rêxistina kurdên Sûrî di sala 1965'an de kire 2 beş û xwe kire berdevkê çepê Rojhilata Navîn, ji min re got ku PKK roj bi roj lawaz dibe, ne li bakur, ne jî li Ewropa tu giraniya wê nema ye. Çi gotinên reşkirinê yên di ferhenga wî de neman ku pêve nekir. Ev serkêşê çep, piştî demekê ji parçekirinê, bi dehan daxuyaniyên reşkirinê li ser "Barzaniyê paşverû" derxistin û belavkirin. Xwîn û goştê hevpeymanên wî yên wekî Corc Hebeş û hinên din ji çepgirên Filistînê ji cem Seddam bûn; ma dibû ku Serok Barzanî ji van ve, ne wekî peyayê cihûyan were binavkirin? Rêxistina wî jî niha bi mîkroskopê nayê xuyakirin, lê ew niha xwe dike şêwermendê birêz Mesûdê Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, û ji bilî wê xwe kiriye xwediyê rêbaza "Barzanîzm"ê. Hinin ji îfara wî ya çepîtiyê –kêm bin jî- mane û niha endamên paya bilind in di PDK-S de.
Serkêşê dijberîtiya tevgera azadîxwaz, Kemal Burkay bû. Hîn jî ji hophopa xwe nayê xwar tevî ku partiya wî di 2 hilbijartinanên şaredarî û yên parlementoyên de xala sifir derbas nekir.
Niha nifşekî nû ji derwêşên ku li ber erbana yên wekî Erdoxan, Corc Sebra û berevajiyên wî wekî Erûr û İxwanil muslimîn, bi sera dikevin, peyda bûne. Di serê govênda derwêşên nû de, çend "têkoşerên" reviyayî ji Şerêla Pêşeroj (beşa Ewropa), xwe li ba dikin, bê ku toz ji ber lingên wan rabe. Nimûne xwepêşanda wan a li Berlîn bû, ku bi navê wan û ENKS'ê jî bû.
Piştî Cenga Cîhanî ya Yekemîn çend derfetên hêja ji me kurdan re hatin. 1991, 2003 û van salên dawî, bi taybetî dema hovên tundrew, kurd ji xwe re kirin armanca sereke. Giraniya dewleta tirk li ba DYA, Ewropa û NATO, di pileya yekem de, hişt ku berhemên hewldanên kurdan heta niha, nîvco bimînin. Goman nîn e ku dijminên kurdan ji faris û ereban jî, di vê babetê de, kêm û kurî nekirine.
Çîroka vê reşkirinê dirêj e, lê mirov matmayî dimîne ku kes û dezgihên kurd li ser berdewamiya wê rijd bin. Rast e ku kêm û kuriyên tevgera azadîxwaz û rêxistinên nêzîkî wê hene û dibe ku hinin ji wan ne piçûk bin, lê divê mirov di pîvana xwe de dadyane (adil) be. Ez dê wekî nimûne pêvajoya rojavayê Kurdistanê dabaş bikim.
Di xewnan de jî dihat ber çavê me ku desthilatdariyek kurd li vî beşî, û bi vê lezê, ava bibe? Di seranserê Sûrî de -deverên di bin deste rêjîmê jî di nav de– deverek ji Dêrika Hemko, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê heta Serê Kaniyê, hêwir û aramtir heye? Yan Efrîn û Kobanî piştî bobelata dawî? Ma Qamişlo ji Şam, Bexda, Qahîre û Eden û Sena Yemenê, ne aramtir e? Ma rast e ku rêvebiriyên Kantonên Cizîrê, Efrîn û Kobanî bi yên Polpot û Koriya Bakur re bên hemberhevkirin? Ma serokên tevahiya rêxistinên kurd –ji bilî mamoste Hemîdê Hecî Derwêş pêve – ne bi azadî li Qamişlo digerin? Ma baregehên tevan ne vekirî ne? Ma her dem kor û simîneran li dar naxin û bi dilê xwe rexneyên xwe nakin? Ma her dema ku dixwazin, belavokên xwe belav nakin? Ma bi dilê xwe her serê çend heftiyan naçin Başûr, Bakur û Ewropa? Rast e ku ev tev mafin xwezayî ne, lê çima li ser wan bi zanebûn tevlîheviyê tê kirin?
Ne tenê binçavkirina siyasetmedaran, lê ya her hemwelatiyekî ji ber sedemên siyasî, cihê rexnegirtin û nepejirandinê ne.
Ser li mirov digere gava dibine ragihandina cîhanî û pirraniya desthilatdarên welatan dilxweşiya xwe ji rewşa li her sê kantonan der dibirin, berevajî hejmarek ji rewşenbîr û siyasetmedarên kurd. Ew rêvebirê hikumeta Sûrî ya li koçberiyê To’mê (ku bostek ji xaka Sûrî di bin deste wî de nîn e) liberal dibinin û birêz Ekrem Hiso li Kantona Cizîrê, Enwer Mislim li Kobanî û Hêvî Mistefa li Efrînê, wekî Kastro, Polpot û Kim Yong-Un, dinirxînin. Erê giyayê hewşê tal e, lê hinek wijdan tê xwestin.
Sandviken, 18.08.2015
**
Nivîsa Heznî Haco ya ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Nameyek ji bo Mesûd Barzanî