Diyarname
Mebûsê berê yê DEP'ê Selîm Sadak ji bo pêşberendamiya şaredariya ya ji bo Sêrtê serî li DTP'ê da.
Hilbijartina herêmî dê di 29'ê adara 2009'an de li dar bikeve. Ji bo pêşberendamiyê serîlêdana ji bo partiyan didome. DTP'ê jî heta 13'ê mehê serîlêdanan qebûl dike. Niha mebûsê berê yê DEP'ê Selîm Sadak ji bo pêşberendamtiyê serî li komîsyona hilbijartinê ya DTP'ê da.