Diyarname
Mebûsê HDP'ê Osman Baydemîr ku bi salan ligel Tahir Elçî xebitiye axivî:
- Şahid, otopsî nîşan dide ku Tahîr Elçî di encama sûîkastê de hatiye kuştin; bûyerek saz kirine û di encamê de ew kuştine.
Fikra ku ew rastî lînca siyasî kirine, fikra ku qedexeya derketina derveyî welat lê birîne çi be, yên ku ew kuştine jî xwedî heman fikrî ne, heman faşîst in.
Hê nahêlin kes here cem bûyerê lêkolînê bike, delîlan xira dikin.
Ji aliyê siyasî ve jî, gelê Tirkiyeyê, hikumeta Tirk, hikumeta AKP'ê dixwazin lilgel kurdan bijîn an na, gere berisva vê pirsê bidin. Ger dixwazin ligel kurdan bijîn divê dest ji van tiştan berdin, bi Rojavayê re têkilî deynin, ligel kurdan muzakereyê çêbikin. Ger na, kurd dê di bîra xwe de bipirsin, heta kengê emê wisa bijîn?
Şikestinek mezin tê jiyîn, ev yek di demek nêz de dê me ber bi şikandinê bibe, dikare me wekî Sûriyê ber bi şikandinê ve bibe. Gere hikumeta akp'ê dest ji vê yekê berde.
Ev 20 sal in bi zordarî nekarîne pêşî li kurdan bigirin, ji niha û pêde jî dê nikaribin bigirin. Mecbûr in herin muzakereyê bikin, tu rêyek din tune ye.
Tahîr Elçî parêzvanê aştiyê, hiqûqê, bihevrejiyînê ye. Sûîkasta li hemberî Elçî li hemberî aştî, bi hevrejiyîn, li hemberî hiqûqê ye.
Diruşma çeteyên DAIŞ'ê diavêtin, li Farqînê jî, li Cizîrê jî ji aliyê hêzên dewletê ve hat avêtin, ev talûke ye.
Îro Elçî bû, sibê dibe ku li hemberî min, li hemberî HDP'yiyek din çêbe, divê bê zanîn ev yek.
Tahir Elçî di dema zanîngehê de îdolê me bû, îdolê me. Faşîzm bi taybetî van hildibijêre. Ez bala civakê dikişînim ser kuştina Musa Anter, kuştina Mehmet Sincar, piştî van ev sûîkasta herî mezin a siyasî ye hatiye kirin.
Careke din ez dubare dikim emê teslîmê faîşmê nebin.
**
Nûçeyê eleqedar: