Diyarname
Ev hefte dê wekî festîvala fîlman derbas bibe. Bi temamî 8 fîlm hene û ji van 'Multecî', 'Cih ji Extiyarê re nîn e' jî di nav de 4 fîlm derdikevin pêş.
Di sînemayê de vê hefteyê 8 fîlmên bi navê ''Îhtiyarlara Yer Yok (Ji bo extiyaran cih nîn e)'', ''Multecî (Penaber)'', ''Berî Zayînê 10000'', ''Kolera Gunlerinde Aşk (Di rojên Kolerayê de evîn)'', ''Jumper'', ''Hayattan Korkma (Ji jiyanê netirse)'', ''Lagerfeld Sirlari (Razên Lagerfeild)'', ''Hasta (Nexweş)''.
Multeci / Penaber
Derhêner: Reis Çelik
Lîstikvan: Halil Ergun, Derya Durmaz, Îbrahim Balaban, Luk Piyes...
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 2007
Şivan, ji bajarên kurdan li Qersê ciwanekî 20 balî ye û kurê Axayê Gerdaniyan e ku hem ji rêxistinê hem ji dewletê dûr disekine.
Di rojeke ku Şivan û hezkiriya wî Berfîn li nav zewî tên cem hev, sabotajeke tê li dar xistin û hemû zeviyê gundiyan dişewite. Li ser vê di cih de polîs Şivanî li nav erd digire bin çavan û jiyana Şivan diguhere.
Polîs zor lê dikin ku qala têkiliya rêxistinê bike, Şivan ji her tiştî bê hay e, lê zora li ser wî piştî tê berdan jî didome. Û axa ji bo Şivanî rizgar bike wî dişîne Almanyayê, jiyana Şivan a penaberiyê dest pê dike.
Jiyaneke tevlihev û zehmet li ber Şivan e. Fîlmê ku kurdî-tirkî ye, bi mijar û lîstikvaniya xwe derdikeve pêş. Em vî fîlmî wekî fîlmê hefteyê derdixin pêş û pêşniyar dikin.
***
Îhtiyarlara Yer Yok / Ji bo extiyaran cih n"in e (No Country For Old Men)
Derhêner: Joel Coen, Ethan Coen
Lîstikvan: Javier Bardem, Tommy Lee Jones , Josh Brolin...
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 2007
Nêçîrvanê antîlopan Moss ku jiyana xwe bi bêdengî dibore piştî bazareke tilyakfiroşî ku xirab derbas dibe, dibe xwediyê çenteyeke ku têde du mîlyon dolar here hene û gelek eroîn heye.
Lê di heman demê de li holê du heb tirm jî hene. Nêçîrvan pereyê digire û jiyana wî hemû digihuhere.
Fîlmî îsal bi girtina Oscaran mora xwe li şeva Xelatdayîna Oscarê da.
***
B.Z 10000
(10.000 B.C.)
Derhêner: Roland Emmerich, Mark Gordon, Michael Wimer
Lîstikvan: Steven Strait, Omar Sharif, Cliff Curtis, Camilla Belle...
Cure: Macera / Dram
Sala Kişandinê: 2008
Li qebîleyeke li çiyê ya dûr nêçîrvanê ciwan D’Leh (Steven Strait) qralîçeya dilê xwe dibîne: Evoleta Delal (Camilla Belle).
Dema hin şervanên nenas davêjin ser gund, gund talan dikin û Evoletê direvîni, D’Leh mecbûr dimîne bikeve dû wan û di bin pêşengiya wî de bi komek şervan re diçin heta aliyê din ê dinyayê
Evên ku ji mecbûrî bûne şervan rastî şêrên devtûj, bi giyaneweran re dikevin şer û di dawiyê de Şaristaniyeke Winda ya berî dîrokê derdixin holê.
Têkoşîna D’Leh ya li hemberî xwedayekî bihêz hêjayî temaşekirinê ye.
***
Kolera Gunlerinde Aşk / Di rojên kolerayê de evîn
(Love in the Time of Cholera)
Derhêner: Mike Newell
Lîstikvan: Giovanna Mezzogiorno, Liev Schreiber, Javier Bardem, Benjamin Bratt...
Cure: Dram / Romantîk
Sala Kişandinê: 2007
Fîlm çîroka nîzsedsaleke pêşkêş dike. Florentino Ariza çawa jina latîn Fermina Dazave dibîne bêyî hay jê pê bixe evîdar dibe.
Lê bavê keçikê ji zavayekî baştir ê ji Florentina digere û keça xwe Ferminayê ji mal dûr dixe.
Dixtor Juvenal Urbino jî wekî zavayekî baş derdikeve pêşberî wan û bûyer di vê sêgoşeyê derdikevin holê. Fîlmê ku li dinyayê bal kişandine ji ronemek bi heman navê hatiye girtin û hêjayî temaşekirinê ye.
****
Jumper
(Jumper)
Derhêner: Doug Liman
Lîstikvan: Diane Lane, AnnaSophia Robb, Jamie Bell...
Cure: Xeyalê Zanistî / Macera / Komedî
Sala Kişandinê: 2008
Zimanek fêm dike ku bi xeyalê zanistî, bi ronahiyê dikare xwe bavêje hin deran û bi vî awayî rewşa wî diguhere. Dikare ji New Yorkê xwe savê mîrateyên li Romayê, yan Çola Sehrayê, an ciheke din David Rice; lê paşê hîn d ibe ku ev azadiya ne ji rêzê sinora wê heta cihekê ye. Di heman demê de ferq d ike ku ne tenê ew xwedî vê hêzê ye, hinên din jî hene… Jumper fîlmeke wisa pêşkêşî me dike.
****
Hayattan Korkma
Ji jiyanê netirse
Derhêner: Berrin Dagçinar
Lîstikvan: Haldun Boysan, Tarik Popuççuoglu, Zeki Alasya...
Cure: Dram
Sala Kişandinê: 2007
Fîlm li ser jiyana sê malbatên ku ew bi xwe kar dikin, tiştên ku dikin bi kêrî wan tê ye.
Talalê ku banekarî dike, Bedrettinê ku mirîşkarî dike û Rifkiyê ku pîşeya bav û kalên xwe nanpêjî dike… Ew her sê heval in ku li navçeyekê dijîn, tevî zar û zêçê bûne, ji zarokatiyê ve qet ji hev veneqetiyane.
Bi nexweşketina zarokek Talatê jiyan hemû diguhere.
***
Lagerfeld Sirlari
Razên Lagerfeld
(Lagerfeld Confidential)
Derhêner: Gregory Bernard
Lîstikvan: Nicole Kidman, Karl Lagerfeld, Princess Caroline Of Monaco...
Cure: Belgesel
Sala Kişandinê: 2007
Rodolphe Marconi ji Lagerfeldê ne bêhay e, lê hurmet, heyranî, veşarî û hesasiyet dikin ku ew ji bo derxistina raza Lagerfeldê dest bi kişandina fîlmek bike.
Û wisa dest pê dike, 150 saet dikişîne, ji her alî ve jiyana Karl Lagerfeld radixe ber çavan.
Fîlm ji bo heyranên Karl Lagerfeld e.
***
Hasta
Nexweş
(Sicko)
Derhêner: Michael Moore
Lîstikvan: Michael Moore, Bill Clinton, Hillary Rodham Clinton...
Cure: Belgesel / Komedi
Sala Kişandinê: 2007
Sicko meseleya pergala tenduristiyê ya Amerîkayê ku gelek caran bê rehm e, her caran tenê ji bo kar dixebite radixe ber çavan.
Fîlm çîrokên mirovan ên di warê tenduristiyê de ku di nav jiyanê de derdikevin holê pêşkêş dike.