Saet 20.00
Tenê li sê cihan çete niha li nav Kobanî ne û dor li wan hatiye pêçan. Ji ber ku di destên wan de sivîl hene YPG bi baldarî êrîşê dike.
Saet: 17.00
Tê gotin ku hejmara şehîdên li Kobanî derketiye bi ser 100'î re û hê gelek sivîl di destên çeteyan de dîl in.
**
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyeke komkujiya li Kobanî şermezar kir.
**
Vê şefeqê saet li dor 04'an çeteyên DAIŞ'ê bi sê trembêlên cuda, bi kincên YPG'ê ji sînorên Kobanî re ketin hundir. Çeteyan pêşî êrîşê gundê Berx Botan ku 30 kîlometre aliyê başûrê Kobanî ye. Hat gotin ku li vî gundî 20 kes hatine kuştin.
Di encama êrîşên din ên çeteyan de bi giştî heta niha 42 kurdên sivîl şehîd ketine û 55 kes jî birîndar in. Gelek birîndar anîn Pirsûsê û dest bi dermankirinê kirin.
Li aliyê din tê gotin ku malbatên ku hê xeber ji wan nehatiye girtin hene.
Piştî bihîstina bûyerê ji her alî hêzên YPG'ê ber cihên çete lêne çûn û ew dorpêç kirin. Ji gelek cihan çete hatin paqijkirin.
Li Taxa Şehîd Mor çeteyan 5 malbat revandine û wan wekî mertalên zindî bikar tînin.
Her wiha çeteyên ku erebe li nava bajêr teqandin reviyan nav Dibistana Senewiya Benîn. YPG/YPG çete dorpêç kirin û pevçûn didome.
Di operasyona paqijkirina çeteyan de bi dehan çete hatin kuştin.
AA li wir çi dikir?
Balkêş e vê şefeqê Ajansa Anadolu (AA) ya dewleta tirk li herêmê bû û dîmena teqîna destpêkê ya çeteyan weşand. Ji rojnamegerên kurd Sedat Yilmaz li ser bûyerê di twitterê de wisa nivîsî: "Di wê saetê de AA çima ew herêm dişopand? Nûçegihanên AA çima saet di 04:00'ê sibehê de Kobanî şopandin? Gelo DAIŞ'ê ev dîmen dane AA'yê? Eger AA kamerayeke sabît (neguherbar) bicih nekiribe, çawa karibû wê kêliya teqînê, bêyî dîmen biheje nuqteya teqînê bikişîne kamerayê?"
Yilmaz li hemberî îdîayên ku dibêjin dîmen ji aliyê kamera ewlekariyê ve hatiye kişandin got, "Wekî rojnamevanekî dibêjim. Ew dîmen teqez ne dîmenê kamera ewlekariyê ye. Dîmenê bi destê mirovan hatiye kişandin e."
Mebûs Ayhan: DAIŞ bi destûra Tirkiyeyê ket wir
Mebûsê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan jî li ser twitterê wisa got: "Çete vê sibê bi destûra Tirkiyeyê ketin Kobanî û sivîl qetil kirin. Ev yek tolhildana serketina Girê Spî.."
Îso: Çete ji Tirkiyeyê ketin Kobanî
Rojnameger Barzan Îso ku ew bi xwe ji Kobanî ye û bûyeran radigihîne dinyayê li ser hesabê xwe yê twitterê wisa nivîsî. "Çeteyên DAIŞ'ê saet 05.00'an de li Deriyê Murşîdpinarê erebeyek tije bombe teqandin. Ji aliyê rojavayê Kobanî ve çeteyên DAIŞ'ê ji sînorê Tirkiyeyê ketin Kobanî. Ji wir çûn li Lîseya Kobanî bi cih bûn. Li aliyê rojhilatê Kobanî jî ji cihek nêzî Kaniya Kurdan sînor derbas kirin û li ser xala lêgerîn^eya Asayîşê ya Miktalê bi endamên asayîşê re ketin pevçûnê."
Her wiha Îso ragihand ku hevalê wî yê dibistanê Cîgerxwîn ligel bavê xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatiye kuştin.
...Ev nûçe saet li dor 15.00'an careke din hatiye nûkirin. Ger agahiyên nû werin emê lê zêde bikin....