Diyarname
Lijneya Radyo û Televîzyonê ya Bilind (RTUK) a Tirkiyeyê li ser hilbijartinê gotinên balkêş kir.
Serokê RTUK'ê Prof. Dr. Îlhan Yerlîkaya li ser hilbijartina pêşwext axivî û îdîa kir ku li Tirkiyeyê çapemenî pirdeng e. Yerlîkaya wisa got: "Çapeminî divê bi awayekî objektîf agahiyan ragihîne ji ber ku mafê agahîgirtinê yê gel heye. Mafê wan heyek u bizanibin rêber çi dibêjin û li gor vê dengê xwe bidin. Şikir ji Xwedê re li Tirkiyeyê çapemeniya me pirdeng e. Li Ewropayê jî ew qas pirdengî nîn e. Ewropa Tirkiyeyê rexne dike lê li welatê me hezar û 700 radyo û televîzyonên weşanê dikin hene. Ev di warên cuda de weşanê dikin. Yanê partiya ku hindik dengên wan hene jî hema hema cihê dengê xwe bîne ziman heye. Ji ber vê rêber dê bi rehetî bikaribin fikrên xwe bînin ziman. Em jî pêşiya vê vedikin."
Tê zanîn ku li Tirkiyeyê çapemenî cih nade HDP'ê; ne serokê HDP'ê ne mebûsên wan digirin nava nîqaşên ku di televîzyonan de têne kirin.