Diyarname
Li Amed, Batman, Enqere, Stenbol û Mulhemê dawiya vê hefteyê hin çalakiyên hunerî li dar diekve. Vane ew çalakî:
06.02.2020
BATMAN
Lîstika "Serbaz" li Yeni Sehne ya Batmanê saet 19.30 de tê lîstin.
07.02.2020
AMED
LÎSTİK: Şanoya Bajêr a Amedê lîstika xwe “Tartuffe” pêşkêş dike. Lîstika ku Moliere nivîsandiye, derhêneriya wê Ruknettin Gun kiriye. Lîstik 7 û 8'ê mehê saet 19.30'yan de li Salona Şanoya Bajêr dê bê lîstin. KONSER: Li Amedê li Mordem Sanatê hunermend Kalê konserek pêşkêş dike. Konsera Kalê saet 20'an de ye.
08.02.2020
ENQERE
LÎSTIK: Lîstika Şa Performans a bi navê "Ji Akademiyê Re Raporek!" 8'ê mehê saet 20'an de li Bambu Sahte ya Enqereyê tê lî tin.
Lîstika ku ji aliyê Franz Kafka ve hatiye nivîsanrin, Roşeng Rojbîr wergerandiye kurdî û derhêneriya wê Tuncay Ozel dike.
STENBOL
PANEL: Bi sernavê "Fikirîn, nivîsîn û weşandina bi kurdî: Ezmûn, pirsgirêk û pêşniyar" bernameya ku ji aliyê ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, Koma Lêkolîna Çandên Tirkîyeyê û Weşanên Peywendê ve tê bi rê ve birin li dar dikeve. 8'ê mehê saet 14.00-18.00 li E1 301 a Kampusa Santralîstanbula Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê bi beşdariya gelek nivîskaran li dar dikeve.. ÎMZE: Ligel nivîskar Miraz Ronî sohbet û îmzeya pirtûkan çêdibe. Ronî 8'ê mehê saet 15'an de dê li Medya Kîtabevî be. Hem pirtûka xwe ya nû "Xebatên Rewşenbîriya Kurdî li Bakur" îmze bike, hem jî ligel mêvanên bên dê sohbetê bike. Îmze û sohbet
09.02.2020
BATMAN
Nivîskar Roşan Lezgîn 9'ê mehê saet 15'an de li Batmanê beşdarî panelek dibe. Lezgîn dê li ser "Nav û têgeh masûm nîn in" li Komeleya Nûbiharê biaxive.
MULHEM
Teatra Jiyana Nû (TJN) bi du lîstikên xwe derdikeve tûrneya Ewropayê. Di vê çarçoveyê de yekem car li Mulhem a ALmanyayê dilîze. Lîstika wan a Tenê Ez dê saet 18'an de bê lîstin. Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi beşdariya Ercan Çaglayan dê panelek li dar bikeve. Panela ku moderatoriya wê Omer Faruk Yekdeş dê bike de Caglayan dê li ser "Di ronahiya belgeyên nû de raporên serdema Yek Partî, CHP û Kurd" biaxive. Panel 9'ê mehê saet 17'an de ye.
STENBOL
***
Têbinî: Agahiyên nû li ser çalakiyan bên ber destên me emê lê zêde bikin