Kobanî
Piştî ku navenda Kantona Kobanî û gundên wê ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, sîstema perwerdeyê ji nû ve dest pê kir. Di nava vê demê de li 19 dibistanan 3 hezar zarokan dest bi perwerdeyê kir. Her wiha rapora ziyanan hate amadekirin.
Li gor nûçeya DÎCLE MUSA ya di ANHA'yê de di çarçoveya xebatên ku ji aliyê Desteya Perwerdeyê û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve tên meşandin de, destpêkê ziyanên di dibistanan de pêk hatine û derfetên dayîna perwerdeyê hatin tespîtkirin. Piştre jî li gorî derfetên heyî, dest bi perwerdeyê hatiye kirin. Perwerdeya ku ji navenda bajar dest pê kir, niha li gundan jî belav bûye û pergala wê hêdî hêdî tê rûniştandin.
Serokê Destepa Perwerdeyê Hisên Mehemed Elî gotiye ku li navenda Kobanî 15, li gundên wê jî 430 dibistan û li tevahiya van dibistanan jî 58 hezar xwendekar hebûn, lê rejîm bi guman nêzî herêmê dibû, lewre ezmûnên xwendekarên asta navîn û amadeyî li bajarên din çêdikirin. Elî, da zanîn ku li dibistanan ne tenê perwerde, axaftina bi zimanê kurdî jî qedexe bû û got: “Me nikaribû bi zimanê kurdî biaxiviya. Pir caran yên ku bi zimanê kurdî diaxivîn dihatin cezakirin. Her wiha girîngiyek ji bo perwerdeyê jî tune bû.”
Elî diyar kir ku bi şoreşa 19`ê Tîrmehê û îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re di xebatên perwerdeyê de jî pêngavên şoreşgerî hatine avêtin û ev agahî dan: “Li gorî hejmara şagirtan û dibistanan me xebat ji nû ve birêxistin kirin. Bi alîkariya Saziya Zimanê Kurdî û Yekîtiya Mamosteyan di nava 3 salan de 1100 mamosteyên herêmê yên dildar li dibistanên bajar û gundan dersên zimanê kurdî dan. Tiştekî pir hêja û dîrokî bû. Di nava tunebûn û hemû astengiyan de perwerde li herêma Kobanî ranewestiya. Ji refa yekê heta refa 9’an zimanê kurdî li dibistanan dihatin dayîn. Cara yekemîn li herêma Kobanê perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan tê dayîn. Bi îlankirina Kantonê, Desteya Perwerdehiyê jî çêbû û me bi alîkariya Saziya Zimanê Kurdî xebat birê ve birin.”
Elî li ser rewşa niha jî wisa got: "Piştî ku bi hezaran welatî vegeriyan herêmê, me ji nû ve dest bi karê perwerdeyê kir. Ji 15 dibistanên li navenda Kobanî 6 bi temanî hatine rûxandin. Dîsa dibistanên gundan gelek ziyan dîtine. Me li ser zirarên dibistanan û rewşa perwerdeyê ya heremê raporek amade kiriye û emê vê raporê pêşkêşî konferansa ku dê li Amedê bê li darxistin bikin. Niha li navenda Kantonê 4 û li gundan jî 15 dibistan ji nû ve hatine vekirin. Me navê dibistanên li navendê bi navên wekî; dibistana Şehîd Berfîn, dibistana Şehîd Mamoste Osman guherandin. Dîsa pêşniyar hate kirin ku dibistanên Miştenûr (Mumemed Dira) û Tişrîn jî bi navê Şehîd Arîn bêne binavkirin. Tevî ku avahiyan zirarên madî dîtine jî, dîsa me dibistan vekirin ku zarokên me bê perwerde nemînin. Niha li herêma Kobanî bi giştî 3 hezar zarok ji aliyê 200 mamosteyan ve têne perwerdekirin. Tevî rewşa aloz a herêmê jî, têkiliya me bi mamosteyên gundan re heye. Li aliyê din kesên ku navên xwe li nivîsgeha kar ji bo perwerdeyê dane nivîsandin zêdetirî 100 kesî hene. Ji vana 58 kesan bi dildarî dest bi kar kiriye. Ev karekî netewî û mirovî ye.”
Her wiha Mehemed Elî, got ku ji bakurê Kurdistanê alîkariya lênûsk, pênûs, çente û pêdiviyên din ên perwerdeyê hatine û ev li li şagirtan hatine belavkirin, lê hîn pir kêmasî hene û bang kir; “Em bi hêvî ne ku rêxistinên navnetewî û Kurdistanî ji bo perwerdekirina zarokên Kobanî alîkariyê bişînin.”