Diyarname
Îro li Wanê dîsa aşît ket û heta niha 33 kes di bin de mane.
Li Miksa Wanê duh ber êvarkî aşît çêbûbû. 12 kes di binê berfê de mabûn. Di encama xebatê de 7 kes hatibûn rizgarkirin lê 5 kes miribûn. Îro dîsa aşît çêbû. Tê gotin ku di vê aşîtê de 33 kes mirine. Ji bo aşîtek din çênebe dê teqînek çêbikin û bi vê aşîtek sûnî çêbikin.
Aşîta ku îro çêbû saet li dor 12'yên nîvro bû. AFAD'ê ragihand ku 33 kes mirine û 53 jî birîndar bûne.
'Tunelên berfê hebûna dê mirov nemirana"
Mebûsê HDP'ê yê Wanê Murat Saraç piştî aşîtê ji bo Evrenselê axivî û wisa got: "Ev der pin berf dibare. Hema bêje 6 mehan mirovan nikarin werin Wanê. Tunelek berfê ceribandin lê têre nake. Dema mirov vir û projeya Coyê ya Stenbolê bide ber hev lêçûyîna ji bo çêkirina tunelên berfê bi qasî neynûkê ye. Ger tunelên berfê bihatana çêkirin îro dê aşîtê nikariba rihê mirovên me bistîne. Ne hewceye çiya bêne kolan. Çêkirina tunelên berfê têrê dike. Gelê me yê Miksê bi salan e bi vê pirsgirêkê re rû bi rû ye."
Li ser aşîta duyemîn jî Sarisaç wisa gotiye: "Felaketên çêbûye tiştên ji xwezayê ne lê di dema destdanê de bêyî tevdîrên divên bêne girtin xebat felaketên din bi xwe re tîne, loma asta felaketê bilind bûye. Kesên di bin aşîta duyemîn de mane tu eleqeya wan û kesên çûne rizgarkirina mirovan nîn e. Kesên niha di bin aşîtê de mane cerdevan û kesên sivîl in. Ev jî îhmal e."