Diyarname
Serokê DEP'ê parêzer Şevket Epozdemîr bi panelekê tê bibîranîn.
Nûnerê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Tetwanê û serokê DEP'a navçeya Tatwanê parêzer Şevket Epozdemîr di 15'emîn salvegera qetilkirina wî de tê bibîranîn. Ji bo bibîranîna Epozdemîr li Tetwanê paneleke tê li dar xistin.
Panel bi beşdariya mebûsê DTP'ê Akin Bîrdal, Nûnerê ÎHD'ê yê bajarên kurdan Mehdîperînçek, parêzer Mezher Yurek û ji malbata Epozdemîr parêzer Mezher Yurek dê li dar bikeve.
Panela bîranînê 30'ê vê mehê saet 12.00'an de li Otela Kardelen a Tetwanê li dar dikeve.
Parêzer Şevket Epozdemîr di 25'ê sermaweza 1993'yan de ji aliyê kesên nediyar ve hatibû qetilkirin.