QAMIŞLO
Tevgera Çand Hunera Demoratîk (TEV-ÇAND) hunermendê nemir Mehemed Şêxo di 26‘emîn koça wî ya dawî de bibîr anî.
Bi munesabeta 26‘emîn a koça dawî ya hunermendê kurd Mihemed Şêxo, Tevgera Çand û Huner a Demoratîk (TEV-ÇAND) 10'ê mehê li Navenda Çand û Hunerê ya Mehmed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bernameya bîranînê lidar xist.
Di bernameya ku li salonê wêneyên Mehemed Şêxo û têkoşerên Rojava hatibûn daliqandin de gelek rewşenbîr, helbestvan û bi dehan welatî amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê hunermend Semîr El-Şeîr derbarê kurtejiyana Mehemed Şêxo de agahî dan. El-Şeîr her wiha ji hemû hunermendên kurd xwest ku xwedî li çanda kurdî derkevin û hunermed Mihemed Şêxo ji xwe re mînak bigrin, xeta wî ya têkoşînê bişopînin û hunera kurd li tevayî cîhanê belav bikin.
Piştî axaftinê Koma Sazkar stranên Mehmed Şêxo bilêv kirin.