Amed
Felsefenas Prof. Dr Michiel Leezenberg ku li Zanîngeha Van Amsterdamê wekî profesorê felsefeya zimên dixebite, dê li Amedê bibe mêvanê felsefehezên kurd. Mijara wî jî “Di felsefeya Michel Foucaultî de Zanîn, Ziman û Hêz” e.
Komeleya felsefevanan, ku ji demeke nêz ve ye hêz daye xebatên xwe yên felsefîk, dixwaze ku êdî kurdî jî bibe zimanê felsefeyê û têkeve qada nîqaşên felsefeyê.
Komeleya ku heya îro sê atolyeyên felsefê lidarxistiye, herî zêde girîngiyê dide mijarên di derbarê felsefeya zimên.
Atolyeya felsefeyê dê li Salona Sînemayê ya Sumerparkê, roja 8’ê adarê saet 16:30 de li dar bikeve.