Şengul ogur
Fucuyama yê ku Fatiha li dîrokê (û li kurdan jî xwendibû, lewma fucuyama digot, dîrok bi dawî bûye, ji bo vê jî pirsgirêka kurd hewaleyî piştî dirokê bûye) xwendibû û dawîlêhatina dîrokê bi rengekê "mizginî"yekê bi mirovahiyê ragihandibû, gelo li ser xirecira kapitalizmê ya ku li ber mirinê ye çi difikire, em nizanin.
Lê em baş dizanin ku ew têoriya wî ya bi navê "dawîlêhatina dîrokê" ne rast bû. Fucuyama wisa diyar kiribû ku pergala kapîtalîzmê di warê aborî, siyasî, çandî û hemî warên din de li tevahiya cihanê zal bûye û ji bo vê sedemê jî diyar dikir ku êdî dîrokê meşa xwe qedandiya.
Dema ku fucuyama ev "mizgînî" dida mirovahiyê helbet ne wekî mirovekî ji rêze lê wekî pêxemberekî dipeyivî. Dema ku ew dipeyivî sermeyedar jî ji bin simbêlan re dibeşiriyan.
Lê Fucuyama pêxemberekî derewok bû. Wî dixwest ku meşa dîrokê jî bixwîne; lê dîrok ne li gorî daxwazên Fucuyama û hewariyên wî bi dirûv dibû; meşeke dîrokê ya xweser hebû; ber bi avakirina azadî û wekheviyê ve bû ev meş.
Bi "kriza (qeyrana) fînansal a global" pergala kapîtalîzmê ji bingeha xwe ve hejiya.
Felsefeya kapîtalîzmê li ser ramana, "piyaseya serbest a aboriyê" ava bûye. Li gor vê ramanê dive tu hêz mudexaleyî vê piyaseyê neke. Lewma piyesaya serbest xwedî hêzekê ye ku ji xweber dikare xwe bîne hevsengê. Li gorî ramanwerên lîberelîst "destekî winda" ev piyasa dianî hevsengê, ji bo vê jî tu hewceyî bi mudexaleya piyaseya serbest a aboriyê nîn e. Ji xwe ya ku pergala kapîtalîzmê ji pergalên din cuda dike di vê sloganê de veşartiye.
Ku em niha bala xwe bidin pêkhatinên dawî yên ku bi vê krîza fînansî re pêkhatin emê baş bibînin ku a niha pergala kapitalizmê ji mihenga xwe dûr ketiye û bûye tiştekî din.
Ji bo çareserkirina vê krîzê dewletên ultra kapîtalîst ji banqeyên xwe yên navendî mudexeleyî "piyaseya pîroz" dikin û bi trîlyon dolaran enjekte dikin, hewl didin ku gelek banqeyan bikin gelemper.
Ji bo ku em bikaribin bibêjin ku ev pergal êdî ne pergala kapîtalîzmê ye ev berteka ku dewletên "kapîtalîst" didin bes û zêdene jî.
Ha, navê vê pergala ku niha em tê de dijîn çi ye û pergela dinyayê dê ber bi ku ve biçe em nizanin. Lê ya ku em baş dizanin ev e ku êdî dawî li pergela kapîtalîst a temenê wî 500 sal e, dawî li pergala ku rihê mirovahiyê ziwa kiriye hatiye!
El Fatiha…!
gernus@msn.com**
Nivîsên Şengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Z-URVAN:GIYANÊ ‘’Z’’ YÊ
- Zanîna me jî ji 'Z'yê tê
- Zimanê kurdî bingeha felsefeya heyînatiyê ye
- Rewşenbîrên fisok û kusok
- Rîskên li zimên xwedî derketinê
-Qoroya Serxweşê Zimên
- Ji Konferansa TZPKurdî "Bang" derket
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!
- Ji albuma wêneyên şikestî
- Giriyê Mirinê