Diyarname
Li dinyayê yek ji xelatên wêjeyî ya bi prestîj Xelata Man Booker e. Niha lîsteya dirêj a berendamên îsal hat eşkere kirin.
Ji bo lîsteya dirêj ji nav 150 berhemî 13 nivîskar û pirtûkên wan hatine hilbijartin û hatin pêşkêşkirin. Di 13'yê rezberê de dê lîste bê kurtkirin, di 17'ê kewçêrê de jî kesê/a bi ser ketî dê bê eşkere kirin. Ji sala 1969'an ve ev xelat tê dayîn û diyariya wê jî 50 hezar sterlîn e.
Îsal Serokê Lijneya Hilbijêr Barones Lola Young e û li ser hilbijartina vê lîsteyê wisa dibêje: "Lîsteya dirêj ne tenê ji aliyê ziman û wêjeyî ve, ji aliyê çanda lehengan, temen û cinsiyet ve jî bereyeke berfireh di nava xwe de dihebîne."
Vaye lîsteya îsal bi rêzê navê pirtûkê, navê nivîskar, welat û weşanxane:
- 4 3 2 1, Paul Auster (US) (Faber & Faber)
- Days Without End, Sebastian Barry (Ireland) (Faber & Faber)
- History of Wolves, Emily Fridlund (US) (Weidenfeld & Nicolson)
- Exit West, Mohsin Hamid (Pakistan-UK) (Hamish Hamilton)
- Solar Bones, Mike McCormack (Ireland) (Canongate)
- Reservoir 13, Jon McGregor (UK) (4th Estate)
- Elmet, Fiona Mozley (UK) (JM Originals)
- The Ministry Of Utmost Happiness, Arundhati Roy (India) (Hamish Hamilton)
- Lincoln in the Bardo, George Saunders (US) (Bloomsbury Publishing)
- Home Fire, Kamila Shamsie (UK-Pakistan) (Bloomsbury Circus)
- Autumn, Ali Smith (UK) (Hamish Hamilton)
- Swing Time, Zadie Smith (UK) (Hamish Hamilton)
- The Underground Railroad, Colson Whitehead (US) (Fleet)