Diyarname
Nivîskarê Ozgur Gundem û Yeni Ozgur Polîtîkayê yê bi navê Ozgur Amed li Amedê hat girtin.
Ethem Çagir ku bi navê "Ozgur Amed" nivîsên xwe dinivîsand, beşdarî meşa şermezarkirina komkujiya Roboskî bûbû û der barê wî de doz hatibû vekirin. Dadgehê 3 sal û 15 roj cezaya hepsê lê birîbû. Niha ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Amed li Amedê hat girtin û dê wî bişînin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.