Diyarname
Romana nivîskar Şener Ozmen bi navê "Rojnivîska Spinoza" ji Weşanên Lîsê derket.
Şener Ozmen hunermendê şêwekariyê, rexnegirê hunerê û helbestkar e. Ew di heman demê de di Weşanên Lîsê de edîtorê dîtbariyê ye. Ozmen niha bi romana xwe ya bi navê "Rojnivîska Spinoza" derket pêşberî xwendevanan. Ozmen ku li bajararoka Hezexê ya Şirnexê di sala 1971'ê de hatiye dinê Zanîngeha Çukurovayê, Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Nîgarî kuta kiriye. Heta niha pênc şeş pirtûkên Ozmen derketine lê bi tirkî û "Rojnivîskar Spinoza" di heman demê de yekemîn pirtûka wî ya bi kirdû ye.
Roman li gorî rasteqîniya hundirîn a romanê bi gelek hêman û elementan hatiye avakirin: Yasînê lehengê romanê; ku di navbera gelek Xelîl û Celîlan de diçe û tê û nizane ka kîjan dêrê yan jî mizgeftê hilbijêre û lehengiya wî bi liv û tevgerên lehengên dîtir tê aşkerakirin û ew ji aliyekî ve jî û bi awayekî nixumandî dibe neleheng (antihero) û gelek tiştên der heqê wî de guhnedêriya wî dinimînin. Peymana ku mêbûna xwe ya “jirêze” nade bi “jirêzederbûna” jinên dîtir û her wiha bêyî ku xwe bike endameke femînîstiya li gorî sîsteman hatî îdeolojîzekirin, mêbûna xwe diparêze. Nûrşena dilketiya Yasîn ku di nav evîna xwe û xwe de maye. Helbesta ku jiyana wê bi likumandinê ava bûye. Silêmanê ku bi awayekî dijminane li hember çekdaran dixebite û dareke dîtir li darê kurman zêde dike. Mamoste Mûsayê ku ligel her tiştî bi karê welatparêziyê dadikeve. Balaya keça Azerî ku di nav behra evîna Simko û qehpîtiyê de hînî melevaniyeke bêhempa bûye. Yilmazê çepgir û sosyalîst ku ji xelkê Anadoluyê ye û dikare ji bo qîzekê jî hevraman û mutefîkê xwe (şoreşgerê kurd) bide dest (helbet ne ji bo evînê). Simkoyê ku ligel ku di evîniyê de têk çûye jî, berevaniya bilindtirkirina doza welatparêziyê dike, lê mixabin di evîngehê de dimire. Mamoste Semraya dilketiya Yasîn a beriya Nûrşenê ku ji bo watedarkirina vegerê derdikeve pêş me. Firazê sertirûmbel, hevalê zarokatiya Yasîn ku ji bo ku em di kana jiyana Yasîn bigihîjin em pê diçin dema zarokatiya Yasînî. Tûtiya pisîka Yasîn, celeb û nîşaneyeke dîtir a pevbestîn û ligelheviyê.
"Rojnivîskar Spinoza" bi vegotin û zimanê xwe yê xweser deriyekî nû li ber romana kurdî vedike.
Şener Ozmen / Rojnivîska Spinoza / Roman / Weşanên Lîs / 196 Rûpel
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.