Amed
Li ser Mehmed Uzun belgefîlmemî bi navê "Wêneyê 17'emîn" hat kişandin û galaya wî li Amedê li dar ket.
Belgefîlm di bin derhêneriya Sibel Yigittekin de ji aliyê Mezzfîlm Produksiyon ve hatiye kişandin. Ji bo belgefîlm galayeke li Şanoya Anfî ya Sumer Parka Amedê li dar ket.
Di nîşandana belgefîlmê de xanima Uzun Zozan Uzun, birayê Uzun Ahmet Uzun, Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, nivîskar Arjen Arî, Muhsîn Kizilkaya, Şehmus Diken, Mustafa Karaalîoglu, Selîmê Temo û gelek kesan din amade bûn.
Piştî nîşandana belgefîlm Baydemîr destegulek da derhêner Yigittekin û spasiyên xwe pêşkêş kir.