Amed
Berhevkirina alîkariyê ya ji bo Diyarbakirspor didome. Niha Weqfa Xizmetê 600 hezar YTL dide Diyarbakirsporê.
Diyarbakirspor di Lîga Bank Asya ku wekî Lîga Duyem a Tirkiyeyê ye de dilîze. Ji bo alîkariya Diyarbakirspor hewldan didomin.
Sekreterê Giştî yê Diyarbakır Îl Ozel Îdaresi û Serokê Hizmet Vakfi Ahmet Aydin da zanîn ku ji bo Diyarbakirsporê çi bikeve ser milên wan dê bikin.
Aydin da zanîn ku li ser daxwaza Walîtiya Amedê îsal wan heta niha mîlyonek û 700 hezar YTL alîkarî daye klûbê û ev alikariya wan dê bidome. Aydin wisa got: "Gere her kes alîkarî bide Diyarbakirsporê. Ev tîm bajarê me temsîl dike. Em peywira xwe tînin ziman. Heta dawiya salê emê 600 hezar YTL'yên din jî bidin tîmê."