Diyarname
Di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de dema nîv fînalê dest pê kir. Maça yekemîn îro ye.
Real Madrid, Manchester City (MC), Milan û Înter derketibûn nîv fînalê. Maç îro û sibê ne.
Di maça îro de li Spanyayê Real Madrid û Manchester City tên hemberî hev. Her du tîm favoriyên kûpayê ne. Par Real Madridî MC têk biribû û ew şandibû mal. Maça îro li gor saeita Amedê saet 22.00'an de ye.
Sibê jî du timên îtalî Milan û Inter li sehaya Milanê tên hemberî hev.
Maçên duyemîn 16 û 17'ê mehê têne lîstin û du tîmên bi ser bikevin dê herin fînalê.
Maça fînalê 10'ê pûşperê tê lîstin.