Diyarname
Komela Xwendekar û Akademîsyenên Kurd li Danîmarkayê bi hevkariya Weşanxaneya Apecê li bajarê Kopenhangê kursa fêrbûna zimanê kurdî vekir.
Kursê roja 11’ê mehê dest pê kir û dê du hefte dom bike. 18 xwendekar beşdarên kursê dibin û piraniya beşdaran xwendekarên zanîngehê an jî zanîngeh qedandine. Li kursê mamoste Amed Tîgrîs dersê dide.
Komela Xwendekar û Akademîsyenên Kurd li Danîmarkayê û Weşanxaneya Apecê li Swêdê xwedî plan û programekê ne ku dixwazin li seranserê welatên Ewropayê kursên zimanê kurdî vekin.


