logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Mîhrî Belliyê dostê kurdan jiyana xwe ji dest da

Rêberê herî kevn ê komunîst ê Tirkiyeyê Mîhrî Bellî jiyana xwe ji dest da. Mîhrî Bellî ku ev demeke dirêj e rewşa tendur

  • Dîrok: 16/08/2011
  • Beş: Nûçe

STENBOL
Rêberê herî kevn ê komunîst ê Tirkiyeyê Mîhrî Bellî jiyana xwe ji dest da. Mîhrî Bellî ku ev demeke dirêj e rewşa tenduristiya wî xirab bû îro jiyana xwe ji dest da. Belliyê 96 salî jiyana xwe di nav têkoşînê de derbas kir.

Yek ji navdarê tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê Mîhrî Bellî, li mala xwe ya Goztepeya Stenbolê ku demeke dirêj bû lê dihat tedawîkirin, îro saet li dor 16'an jiyana xwe dest da.

Bellî, endamtiya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP), sazûmankariya Yekitiya Ciwanên Pêşverû, TEP, ODP û SDP'ê kir. Belliyê ku tevî şerê navxweyî yê Yewnanistane jî bûbû, di nava refên Artêşa Demokratîk de fermandariya tabûrê kiribû.

Hê nediyar e lê tê gotin ku roja pêncşemê yan jî înê dê cenazeya wî bê definkirin.

Belli di sala 1916'an de li Sîlîvriyê hatibû dinê. Bavê wî rêveberê Berxwedena Trakyayê ya salên Şerê Rizgariya Tirkiyeyê Mehmûd Hayretîn Begê ji Rihayê ye. Bellî di sala 1936'an de ji bo beşa aboriyê bixwîne çû Amerîkayê. Li wê derê tevlî tevgerên ciwan û karkaran bû. Di demeke li Mîssîsîpiyê tevli xebatên karkerên reşik bû, di sala 1940'an de vegeriya Tirkiyeyê. Piştî bi TKP'ê re kete nava têkiliyan di sala 1942'yan de bû endamê Komîteya Navendî (KM) ya TKP'ê.

WEKÎ GERÎLLA TEVLI ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ YEWNANISTANÊ BÛ

Di sala 1943-44'an de li Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê asîstaniya Ord. Prof. Frîtz Neumark kir. Vê demê bû rêveber û sazûmankarê Yekîtiya Ciwanên Pêşverû. Di sala 1944'an de 2 sal cezayê girtin û sirgunê jê re hat birîn. Di sala 1946'an de derket derveyî welat. Bellî di heman salê de wekî gerîlla tevlî şerê navxweyî yê Yewnanistanê bû di nava refên Artêşa Demokratîk de fermandariya tabûrê kir. Di şer de du caran birîndar bû. Piştî vegeriya welat di sala 1951'ê de ji doza TKP'ê hat girtin û 7 salan di girtîgehê de ma. Di salên 1960'an de Kovarên "Aydinlik" "Turk Solu" û "Sosyalîst Dergî" bi alîkariya wî derketin. Vê demê jî ji ber axaftin û nivîsên xwe 2 caran hat girtin. Bellî vê demê teza xwe ya navdar a bi navê "Şoreşa Demokratîk a Netewî (Mîllî Demokratîk Devrîm) pêşve bir.

YEKEMCAR DI BERNAMEYA PARTIYÊ DE CIH DA KURD Û MAFÊN WAN

Li gel hevalên xwe wê demê bi pêşengên tevgera ciwanan yên wekî Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan kete nava têkiliyê û bi wan re têkoşîn da. Di dema derbaya 12'ê Adara 1971'ê de ji bo neyê girtin derket derveyî Tirkiyeyê. Demekê bû mêvanê Rêxistina Rizgariya Filistînê. Piştî vegeriya Tirkiyeyê di nava demek kin de cardin derket derveyî welat. Piştî efûya sala 1974'an bi hevalên xwe re Partiya Kedê ya Tirkiyeyê (TEP) ava kir. Peyva kurd û parastina mafên kurdan jî di bernameya TEP'ê de cih digirt. Ji ber ku mafê kurdan diparast TEP ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve hat girtin.

LÊ SÛÎQASTÊ KIRIN, BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛ

Bellî, di sala 1979'an de rastî hewldana suîqastê hat. Di encama êrîşê de bi giranî birîndar bû. Piştî darbeya 12'ê Rezbera 1980'an careke din derket derveyî Tirkiyeyê. Demek li Rojhilata Navîn ma. Tevlî avakirina "Li Hemberî Faşîzmê Eniya Yekbûyî" bû. Ji wê derê derbasî Swêdê bû. Wî, her tim tevgera kurdan ji nêz ve dişopand. Di sala 1992'yan de vegeriya Tirkiyeyê, di sala 1997'an de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hat cem hev û li ser çareseriya pirsgirêka kurd ya bêyî federasyon a li ser esasa hevreyî nîqaşên dûr û dirêj kir. Ev hevdîtin pişt re wekî pirtûk hat çapkirin.

NAMZEDÊ HERÎ KAL

Bellî di sala 1996'an sazûmankariya ODP'ê û di sala 2002'yan de jî ya SDP'ê kir. Di hilbijartinên 3'ê sermaweza 2002'yan de ji lîsteya DEHAP'ê wekî namzetê herêma 1'emîn ya Stenbûlê bû namzet. Lê ji ber ku HADEP'ê bendava hilbijartinê derbas nekir digel ku hat hilbijartin jî nekarî here meclisê. Di sala 2005'an de bi navê "Hapîsaneden Çîzgîler" pêşenga portreyan vekir. Bi giştî 11 sal di girtîgehê de ma û 18 sal ji li sirgûniyê ma.

Her wiha heta niha nêzî deh pirtûkên Belli hatibûn weşandin.

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tarkan çû ser gora Nazim Hîkmet

ad

2018: Muzîkarê herî zêde lê hatiye guhdarîkirin

ad

'Qeybî Aştî Mîlyonêke îmza'

ad

25 girtî hatin dermankirin

ad

Di Roja Şanoyê de 9 lîstik bê pere têne lîstin

ad

Heyeta DTP'ê bi Talabanî re hevdîtin pêk anî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname