Diyarname
Fîlmên derhêner Kazim Oz "Fotograf" wê li Polonyayê bihata nîşandayîn lê dewleta Tirkiyeyê ew sansur kir.
Li Polonyayê di navbera 22'yê tîrmehê û 2'yê gelawêja îsal de 10'emîn Festîvala Fîlman a Asoyên Nû li dar dikeve. Fîlmên Kazim Oz "Fotograf" û "Şewaxan", fîlmê Yeşim Ustaoglu "Guneşe Yolculuk", fîlmê Huseyîn Karabey "Gitmek" ji bo di beşa sînema ya festîvalê de bêne nîşandayîn hatin hilbijartin. Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê pêşî li "Fotograf" girt.
Ji bo festîvalê fîlmên serketî yên 30 salên dawî yên Tirkiyeyê hatin hilbijartin. Piştî ku fîlm hatin vexwendin, berpirsên festîvalê ji bo şîrketa fîlm ragihandin ku yek ji sponsorên festîvalê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê li wan geriyane û wisa gote: "Hûn vî fîlmî nîşan bidin emê piştgirî nedin" û wan kiriye nekiriye nekarî wezaretê qanî bikin û fîlm ji bernameyê derxistine.
Fîlmê Oz "Fotograf" çîroka du ciwanên di heman otobusê de rêwîtiyê dikin ku yek diçe leşkeriyê, yek diçe gerîlayê nîşan dide.
Fîlmê ku di sala 2001'ê de li Tirkiyeyê ket vîzyonê li gelek festîvalan xelat girt.
Fîlmê li van festîvalan xelat girt:
- Festîvala Fîlman a Mîlonayê: Fîlmê Herî Serketî
- Festîvala Filman a Trieste: Fîlmê Herî Serketî
- Festîvala Fîlman a Ciwan a Valenciayê: Xelata Jurî ya Taybte
- Xelatên 12'yemîn yên Orhan Ariburnu: Xelata Taybet a Juriyê
Fîlmê din ê Oz "Şewaxan" ji Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê piştgiriya pereyan ji bo belavkirinê girtibû ev fîlm di 14'yê gulana îsal de li Tirkiyeyê ket vîzyonê.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


