Diyarname
RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê ya Tirkiyeyê) ji ber ku di stranên ku Zarok TV weşandin de peyva "Kurdistan" derbas dibe ceza li kanalê birî. RTUK'ê bi îdîaya "Xizmetê ji bo armanca rêxistina terorê dike" ev ceza birî.
Zarok TV ku navenda wê li Amedê ye ji aliyê RTUK'ê ve hat cezakirin. Di kanalê de 17'ê adara 2018'an de ji aliyê zarokek ve strana "Gula Min Cizîra Botan e" hat xwendin. Pisprên RTUK'ê li ser vê rapor amade kirin û gotinên kurdî wekî "Kurdistan; vejîna rojava, vejîna Nisêbînê" ji bo tirkî wergerand. Di kanalê de 20'ê adarê jî zarokek strana "Kurdistan pir şêrîn e" xwend û ev jî di raporê de bi vî awayî wekî tirkî cih girt: "Kurdistan pir şêrîn e. Tu welatê kurdan î; tu Qendîl û çirayî, li dinyayê dengê me yê."
Li ser van raporan RTUK'ê ceza li du bernamayên Zarok TV birîn. RTUK'ê bi sedema "Di weşanê de nikare pesnê terorê bide û teşwîq bike, nikare rêxistinên terorê xurt û mafdar nîşan bide, nikare aliyên tirsnak ên terorê nîşan bide" cezayê ji 2'yan heta 5'an cezayê birîn pareyan a ji reklamên tên û 5 caran rawestandina bernameyê li kanalê birî.