Diyarname
TUSÎAD'ê encama nîqaşa xwe ya li ser Zagona Bingehîn eşkere kir. TUSÎAD dibêje: Ji bilî xala "Devleta Tirkiyeyê Komarek e" her xal dikare bê nîqaşkirin.
Ji bo pêşniyarên li ser Zagona Bingehîn komek akademîsyen 5 mehan bi hev re civîn li dar xistin û di dawiyê de gihîştin hin encaman. Encamên wê xebatê îro li Four Seasons Otelê bi civînekê hatin pêşkêşkirin.
Prof. Dr. Turgut Tarhanli û Prof. Dr. Ergun Ozbudun agahî dan çapemeniyê.
Prof. Dr. Turgut Tarhanli di civînê de li ser "5 xalên bingehîn ên pêvajoya makeqanûnê" axivî û got: "Divê xala 'Şeklê dewletê komar e, guhertina wê nikare bê pêşniyarkirin' wekî 'Şeklê dewletê Komar e' bê sererastkirin."
Prof. Dr. Ergun Ozbudun jî diyar kir ku ji bo makeqanûneke demokratîk "Meclîsa Avakar" pêwîst e.
JVane hin pêşniyarên TUSÎAD'ê:
- Divê rayeya rêveberiyên herêmî bê zêdetirin.
- Divê destûr bê dayîn ku her cure nasname rêxistina xwe çêbike.
- Bendava hilbijartinê ji bo asteke normal bê daxistin.
- Her sê xalên pêşîn ên Zagona Bingehîn divê bikaribe bêne nîqaşkirin.


