Kazim Polat
Ez dixwazim serboriyek an jî jînboriyeka kurt ji we re pêşkêş bikim. Serborî an jî jînboriya jinek kurd e. Navê wê min Xanim lêda.
Xanimê bi hêrs ji min pirsî:.
“Însan çito zimanî xwe, zimanê ku ji diya xwe hînbûyî ji zimanek nehesibîne?”
Hêrsê xwe li xwe bû. Min guh dida û lê dinêrî. Pirsa wê min jî di hundirê xwe de ji xwe dipirsî: Çawa mirov zimanî xwe yê zikmakî ji zimanek nehesibîne? Ma ev dibe?
Dema min ev pirs di hundirê xwe dubara dikir wê vegotina xwe berdewam dikir û digot:
“Gerekê vê çîroka min ware nivîsandin. Ez bibêm tu binivîse.”
Rast e, ez dikarim binivîsim; bila ew bibêje. Wê got, min nivîsand:
Got: “Ez ji Fransê hatibûm Siwîsê” û bi vê hevokê dest bi jînboriya xwe kir.
Xanim ji Fransê bi trênê derbasî Basela Siwîsê dibe. Şev e; şeveka payîzê ye. Ji seredaniya malbata xwe vedigeriyaye Swîsreyê. Sê salin ku li Swîsreyê dijiya piştî zewaca xwe. Dema ku li trenê siwar dibe tu firsend bi dest neketiye ku telefonê mêrê xwe bike. Tren hatiye li Stasyona Baselê sekiniye û di gumrikê re derbas bûye. Di destek de çanteyek di destê din de keça xwe Roz a du salî. Piştî ji gumrikê derbaz dibe dixwaze xeber bi mêrê xwe bide. Lê dereng bûye. Tu derên ku kartên telefonê difiroşin nemabûye; hemû der hatibûn kozkirin. Tê ber qilûbeya telefonê. Pereyên xwe hene Xanimê. Dixwaze ji kesêkî ku qertê xwe yê telefonê heyî qertê bikire. Li Swîsrayê dijî, lê almanî hînnebûye. Fransî baş dizanibûye ji bo ku li Franseyê mezin bûye. Bi fransî kesên ku tên û diçin û ber wê re derbaz dibin dipirse, ma dikarin alîkariyê wê bikin. Lê tu kes nesekinî û piraniya wan tu bersiv nadin û li wê mêze nakin û derbaz dibin û diçin.
Li dawî ye dawî mêrek bêjn kurt, awir tûj û çêrm esmer-zerik disekine. Xanimê dîsa bi fransî lêpirsiye:
“ Est-ce que vous avez qart de telephon?”*
Camêr fem neke. Bi almanî ji Xanimê pirseye:
“ Konnen Sie deutsch?”**
Xanim:
“No” dibêje.
Camêr :
“Parle Italiano?” dibêje û dipirse.
Dîsa :
“No.” dibêje Xanim.
Xanim bêçarê dimîne:
“Turkish” dibêje û xwe di zeryayek de difetisî hêrs dike û hewiyê ji tirkiyê dipê û xwe berdide hembeza tirkî.
Lê bersiv bêhêvî ye.
“No turkish” dibêje camêr û berdevam dike :
“English?” dibêje û dipirse.
“No.”
Camêr jî bêçare cara dawî pirsiyaye:
“ Arabish?”
Xanimê jî cara dawî:
“ No.” gotiye.
Xanin bêçare xwe ber dide peyvên internasyonal û alîkariyê zimanî destan, pê hal û ahwalê xwe vegotiye.
“Kart..”
“Telefon..”
Perên di kefê xwe nîşan dide. Camêr fêm dike ku ev jinika bêçara dixwaze telefonê bike û karta xwe tune; ji wî kart dixwaze.
Ji bêrika xwe cizdanê xwe derdixe û ji cizdan kartek dikişîne. Diçe di qilûbeyê telefonê ahîza redike û nimroyên kartên xwe diteqîne. Paşê bi zimanî destan bang Xanimê dike û nîşan dike ku ew dikare nimroyê telefonê ku lêbigere biteqîne.
Xanim çûye qilûbeyê telefonê. Camêr ahîza telefonê dayiye wê û ji qilûbeyê derketiye. Keça Xanimê Roz a du salî di vê hengemê de ji qilûbeyê dûr ketiye.
Xaninê ahiza di dest de paş kêça xwe de bang kiriye:
“Kera reşê, wera wir, tu yê wenda bibî.”
Camerê ku alîkarî wê kiriye di cî xwe de mat mayiye. Bi şaşî li Xanimê nihêriye û gotiye:
” Xwişkê hûn ji xalkê ku ne?”
Xanimê bersiva camêr dayiye, lê bi xwe jî mat mayiye. Xwe bi xwe gotiye, mêrik ew qest ziman hejmart çima kurdî nehejmard? Ew kurd e, ez kurd im, ne min ne jî wî kurdî di nav zimanên ku em zanin nehejmard. Çima ji me yekî/ê nepirsî “Ma tu kurdî dizanî?”
*Ma karta we ya telefonê heye?
**Dikarî bi almanî biaxivî?
***
Nivisên Kazim Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Midurê dibistanê tê bîra min
- Min di xewnê xwe de zimanê xwe dît
- Serhildana Mamadalî yê Qasiman
- Divê em vê bê heqiyê li xwe heq nekin
- Ez mecbûrî zimanî kurdî me