Emîne Çelebî
Keçikek heft salî ji mektebê vedigeriya. Êlekeke mor ber bi şînê ve lê bû. Ferek jî lepik ku ji tayê êlêkê wê hatibû çêkirin. Lê dayika wê, nebêj tayê wê, têra fera lepika dinê nekiribû ku tenê ferek lepik çêkiribû. Û keçika neçar destê wê yê çep ji ber sermayê dicemidî. Fera lepika wê jî tenê cihê tilîkekê û yê ji bo çar tiliyan bi carekê ve binixumîne bû. Serma seqemê li ser banên malan dixist û zindiyek li ser riya ku derbas dibû xuya nedikir. Ev riya mala wan çiqas tenha bû. Ji nişke ve li destê xwe yê çep fitilî. Hate bîra wê ku çiqasî ev dest betiliye. Çenteyê xwe rahişt destê xwe yê rastê. Ji ber ku destê xwe, ji bêrîka xwe derxistibû ev dest germ bû û ne xema wê bû. Hêdî hêdî ber bi malê ve dimeşiya. Dema ku dimeşiya jî ew çenteyê hevala wê, keçika ereb Mûne hate bîra wê. Çenteyeke pembe bû. Wêneyên li serê dibiriqîn û qayişa ber piştê jî hebû. Mixabinek ji dilê xwe derbas kir. Çiqas dixwest çenteyek wê jî pembe heba. Çima bavê wê jê re çenteyek reş stendibû. Dikir û nedikir bersivek ji vê pirsa xwe re nedidît. Serê xwe rakir. Li hewayê mêze kir. Zivistan bû. Ewr tunebû lê berêvarkî bû. Hew mabû ku bibe êvar. Li dora xwe mêze kir û li seqema li ber nigê xwe likumî. Hişê wê hat serê wê. Lê ew canê biçûk û zeîf zêde hay ji dinyayê nîn bû. Dîsa kete nava xeyalan. Her sê keçikên zerik hatin bîra wê. Çiqas sipî û paqij bûn. Ma ew çima ne mîna zarokên aliyên wan bûn. Çima ew qas qure bûn. Mamoste çima ji wan hez dikir. Gelo bela sipî û paqij bûn lewma? An bela ku bi zarokên dîtir re ne dilîstin. Kî ji ku dizane. Ew yên hev in. Memoste û hersê keçikên zerik û timî daîm bi hev re. Mamoste wan ji her tiştî diparêze. Dema siradayaxi* dikir çima ji ber wan derbas dibû. Çima li nav destê wan jî nedixist. Bela ku ew zerik bûn lewma? Nizanibû. Lê ev yek, jê re bibû miraq. Serê xwe hejand. Piyên xwe çeperast dikir, li hev ba dida, hem dilîst hem dimeşiya. Di wê kêliyê de ji hemû ramanên xwe veqetiya. Hêzek jiyanê kete dilê wê. Bazda.
Betilî. Pîrekek li ber deriyê xwe sobeya xwe paqij dikir. Ji bo êvarê amadekarî dikir. Li pîrekê nêrî. Zarokên wê derdiketin ber derî û ji ber ku serma bû pîrekê bi zarokên xwe re şer dikir.
Bikevin hundir kurrooo xwedê we bibelqitînee ha ha haa!!!
Keçikê li wan nêrî. Keneke şêrîn li rûyê wê bû mêvan. Xwe rast kir vê carê serê xwe bilind kir, hûrê xwe da pêşiya xwe û bi awayekî şinekî hop hop bazda. Li aliyekî jî bi pîrekê re dikeniya.
Keçik li wir xerîb bû. Bi tenê bû. Zarokên di pola wê de tev cudahiyek wan jê hebûn. Dema ku bi mamoste re diştexelîn pir rehet bûn. Lê ev keçik, dema ku bi mamoste re rû bi rû dibû, sor û mor dibû. Nedixwest ku mamoste lê binêre. Digot qey her dem destê mamoste li hewa ye û wê lêxe. Difikirî. Ew keseka cuda bû, lê tê dernedixist ku ev cudahî çi ye. Hevalên wê porên kinik bûn. Zerik bûn. Sipî bûn. Qure bûn. Û her daîm dema ku dilîstîn bi koma xwe re bûn. Ango Ûnzîle tenê dikaribû bi zarokên xwediyê xaniyê xwe re bilîze, ew jî ji xwe çenteyê wan pembe bûn, wêneyên biriqandî li ser wan bûn. Pênûs û jêbirên wan her tim nû bûn. Çima ji hev cuda bûn…
Di nava ramanan de nêzî ber mala xwe bûbû. Dayika wê çav li rê bû. li ber deriyê xwe her du milên xwe li hev ba dabû û carika xwe jî li ber dev û pozê xwe hilda bû. Zivistan bû. Serma bû. Dinya ji serma diqerisî. Soba ku bi komirê dewletê hatibû şewitandin, hundir germ kiribû. Her du zarokên wê yên biçûk jî li berê bûn. Firaqê wê neşûştî bûn û ji bo êvarê wê çi şîv çêkira derdê wê yê mezin ew bû. Ûnzîle ji dûr ve xuya dikir. Dema ku dimeşiya, piyên wê li hev diketin. Dayika wê dixwest di demeke kurt de bigihîjiyê, lê gavên keçikê, her çiqas bilezgînî bin jî, giran dihatin. Dayika wê hew xwe girt û ber bi wê ve meşiya. Li aliyekê jî li meşa wê temaşe dikir.
- Tu çima ew qas dereng mayî keçê?
Keçikê lê nêrî û got: Elim** venabe
- Çi bûye ji elê te
- Venabee!
- Wîîî keziyê te kur nebe, ma te çima çente bi destê xwe yê bi lepik hilnegirt. Pîrebenê destê te qefiliyeee. Ka zû, zû we re ber sobê. Hade hade.!!
Heya ku di navbera wan de ev gotûbêj dom kir gihîştibûn malê jî û her du zarok li ber sobê bi tiştik miştikên derdorê dilîstin. Dayika keçika heft salî bi destê wê yê qefilî ve girt û wê bir ber sobê. Ber bi jora sobê ve destê wê dirêj kir û hêdî hêdî destkê keçikê germ bû.
- Elim vedibee! Elim vedibeee!
Ê tabî wê vebe keça min. Ma deste te bi temamî wisa nemaye, tenê te di sermayê de çenteyê xwe hişk pê girtiye û te car caran germ nekiriye lewma wisa çê bûye, binêre qefilîbû. Careke din dema ku tu ji mektebê hatî, bi destê xwe yê bi lepik çenteyê xwe hilgire, temam?
Keçika biçûk bi çavên şermok li diya xwe mêzand û serê xwe ber bi jor ve hilanî dîsa daxist jê rê. Mîna ku bibêje erê. Dawiyê jî çavên wê li xwişka xwe fitilî û ji ber diya xwe baz da çû ba zarokan.
*Bi rêzê lêxistina li hemûyan
*Dest
***
Nivîsên Emîne Çelebî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Sehet xweş Diljen Ronî
- Tu dema mirina keçên kivrîtfiroş de hatî
- Li ser şîroveyên hemberî Hegel çend bersivên girîng


