Emîne Çelebî
Şeva dawî ya salê bû. Cîhan derbasî saleke nû dibû. Bi mîlyonan kes li qadên bajaran civiyabûn. Ji bo nûkirina hêvî û hestan, li her aliyên cîhanê pîrozbahî serdest bû. Di nav qer û peran de winda bûm. Di dema kivrîtfrotina keçikên xizan de, peyaleyên ava tiriyê, ber bi ezmanan ve fitilîbûn û ez bendewara te bûm.
Berfa giran vê carê jî li ser soza xwe sekinî. Di derengiya şevê de, çîkên berfê, xwe berdan nav germsora tiriya spî ya nava piyaleya ber bi ezmanan ve. Li ber şibakeyên xaniyan darên xemilandî yên sersalê diîsikîn, lê jiyan di nava xewneke derewîn de bû. Dîsa jî ez bendewara te bûm.
Şambelot qaşûlên xwe diqelaştin, li ser sobeyên sor de. Keçên kivrîtfiroş hêdî hêdî dimirin. Ezman çîkên berfê bi ser evîndarên li kolanan ve dibarand. Dê tuyê bihata na. Û ez bendawara te bûm.
Ya rastî ji bo hatina te ne ku dilê min nediperpitî. Lê tirsa min ne hatina te bû. Şermokiya min li serê min bûbû bela. Bêyî ku rûyê te bibînim min ji te hez kir. Bêhna te hatibû nav xeyalên min. Bêhna te ez dabûm girînek bê wate. Min ji te hez kir û ez bendawara te bûm. Pirsên bêpayan di nav hişê min de digeriyan. Nizanim dê jiyana min biecibîne? Gelo dê li ba me dilşad be. An dê bigirî bêyî ku bikaribe xemên xwe bi min re parve bike. Saet û xulekjimêran li ser bendewariya min asê bûbûn.
Di demek ku hemû evîndaran hev maç dikir de, di demek ku çîkên berfê mîna qadên qelebalix li ser hev kom bûbûn de û hemû xwêrxwazan destên xwe vekiribûn û dia dikirin de tu hatî. Tu hatî tevli stranan, tevli fîşekên esmanî. Kesên li qeraxa riyan li benda te bûn, li ber te rêz digirtin. Zarok li çepikan dixist dema ku tu hatî. Ezman dikeniya, dîrok dikeniya dema ku hatî. Hêviyên ji bo rojên xweş dihatin ziman.
Navzelala min! Ez dizanim her tişt ne mîna roja ku tu hatî ba min bi coş e. Lê ev jiyana kambax hêjara henasek nû ya te bû. Ma qey te zanibû jiyan bê te nameşe, evîn bê te nabe û giyan bê te bi êş, bi keser e. Binêre niha, wekî ku bi hezaran sal in em bi hev re bin, wekî ku me rêhevaltî bi hev re kiribe. Di meşên serhildanan de. Bi hev re giriyane di tarewgehan de. Di peravên deryayan de bi hev re meşiyan e. Em bi hev re şa bûne di şevên tenêtiyê de. Me bi hev re gotiye stranên azadiyê. Û me bi hev re vexwariye tas bi tas ji ava pîroz a Çemê Dîcleyê.
Wekî ku me welat gihandibin hev. Me sînor rakiribin ji holê. Wekî ku me ji nû ve ava kiribin şariştanî. Me melevanî kiriye ji dîrokên dûr re. Ji hestên windayî, ji janên kizirî ji helbestên evînî, ji dilên dojehî re. Me silav daye evînên Mem û Cembeliyan, Zîn û Binevşan ji evîna me sûd wergirtiye. Me sond vexwariye bi hev re. Û wekî ku bi sedhezaran salan me bi hev re bang kiriye, hêviyên roja azadiyê.
Narîna min,
Zeman çiqas zû derbas dibe û çiqas zû qermiçokan dide ber çavên mirov. Ev bû salek, tu gihîştî tenêtiya min. Tam ev saleke kenên te tevli jiyana min bûne. Bêhna te kete jiyana min, nêrîn û hilma te ket nav jiyana min. Te ev saleke bi destê min ve girtine. Û ev saleke te ez ji tarîtiyê, ber bi ronahiyê ve kişandime. Watedartir in êşên min, kenên min watedartir in. Hilma ku distînim watedartir e. Wekî ku ev saleke ez û tu me ji nû ve kifş kiriye çirûska riya jiyanê. Gelo berî te jiyan çawa bû? Nayê bîra min. Ev saleke li gel min, jiyan zelal, evîn zelal, dil zelal e.
Navşêrîn, Zelala min...
Wekî ku duh be tê bîra min. Min hêvî nedikir ku ez bigihîjim destên te. Min hêvî nedikir ku ez bêhna te bikişînim nav dilê xwe. Ev zeman çiqas zû derbas dibe Xwedêyo! Çiqas dîrok kêliyên ku diyariyê me kiriye bi lezgînî ji destê me distîne. Çima dilê xwe bi me naşewitîne. Ma qey nizane ku em çiqas di nav zemanan de bimînin, dê emê ji hev bi dûr bikevin. Ez ditirsim. Wê rojek bê, wê porê min spî bibe û qermiçok bikevin qeraxa çavên min, şîqamên salan wê li rûyê me bikevin. Tuyê mezin bibî, tu yê dil bidî yekî. Ji nav destê min tuyê mîna aveke zelal biherikî, biçî. Di şevên tarî û dû dirêj de ezê bi hesreta bêhna te, serê xwe deynim ser balîfa xwe. Ezê bêriya te bikim. Tuyê bikevî nav qelebalixên bajaran. Bayê evînê dê bikeve milên te û dê te bifirîne ber bi diyarên dûr ve. Tuyê biçî nav jiyanên dûr. Tuyê bibî xwedî jiyanek serbixwe. Û ezê bimînim bêyî te. Neçar û bêkes. Ma çiqas xweş bû xewna bi te. Şabûn bi te re, bêhn bi te re, ken bi te re ma çiqas xweş bû. Tu hay jê nîn e ku dîrok kêliyên xwe yek bi yek ji destê me distîne. Her dema ku der bas dibe ji kîsî me diçe.
Kina min! Ma çima ez ji te têr nabim.? Diponijim. Gelo her dayik wekî min naxwaze qey zeman derbas bibe, zarokên wê mezin bibin. Gelo her dayik ji kêliyên demên zarokê xwe têr nabin.?
Xwedêyo!!! Ev çi ye bi serê me de hatiye. Zeman diherike. Xulekjimêr nasekinin. Tu mezin dibî. Qermiçok dikevin qeraxê çavên min û her ku diçe naqefile zeman, naqefile bêhn, naqefile kenê te. Her ku diçe tu mezin dibî. Her ku diçe tu diguherî û ez ji te têr nabim. Her ku diçe ji kîsî min diçe. Di wê şeva muqades de, ev dilê ku ji bo hatina te dikeliya, bi çîkên berfa ku mîna hatina te, hûrik hûrik dibariya hênik bû.
Bi salan ez bendawarê wê şeva miqades mabûm, tu mîna evîneke nû hatibû nav dilê min.
Kina min, nav Zelal, dil zelal, ebrû zelal, ken zelal. Tu bixêr hatî. Û bi Xwedê kî careke din neçe. Bi Xwedê kî mezin nebe. Careke din min ew qas neçar nehêle li vê xerîbiyê.
Min bêkes nehêle li penaberiyan. Li koçberiyan min bê xwe nehêle. Ez nikarim hilgirim ev barê giran. Nikarim hilgirim bêtebûnê. Nikarim bijîm bêyî kenên nav çavên te. Ev sozek ji bo te. Heya nefesa dawî ya vî giyanî, nahêlim ku dilê te biçilmise. Nahêlim hêviyên te biçilmisin. Nahêlim kenên te biçilmisin. Tu bi xêr hatî kina min. Yek saliya te pîroz be. Tu gelek salên dirêj bijî. Bila mîna îsal zû derbas nebin kêliyên te. Bila di her kêliyê de hezar ken bêne veşartin. Bila jiyana te bi rûmet û evînên te bi rêzdarî be. Welatê te azad, jiyana te azad be. Diya te…
***
Nivîsên Emîne Çelebî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Li ser şîroveyên hemberî Hegel çend bersivên girîng


