Diyarname
Serokê Kulûba Diyarbekirsporê Adnan Okturen û lijneya rêveberiyê bi hev re îstîfa kir.
Li Tesîsên Gaffar Okkan Serokê Kulûba Diyarbekirsporê Adnan Okturen û rêveberiyê daxuyaniyeke da çapemeniyê, da zanîn ku ji ber rewşa heyî û rewşa aboriyê ew dest ji peywira xwe dikişînin.
Okturen da zanîn ku ew di nav zehmetiyê de ne, nikarin teqsîdên futbolkaran û pirîmên wan ên her serê maçê bidin û lewma mecbûr mane ku dest ji kar bikişînin.
Diyarbekirspor dê 17'ê berfanbarê de kongreya xwe pêk bîne.


