Danberhevek dibistanên tirkî û yên kurdî li Almanyayê
Luqman Guldivê
Ji mêj e, li Almanyayê dibistanên taybet ên bi tirkî hene. Û îro ji bo tahnan bidim xwe, bidim me kurdan ez ê jî hinekî behsa wan bikim. Lewma teþwîqê ileh ez ê bikim, lê tahnan nedim xwe, wê teþwîqa min kêm bimîne.
Ji ber wê ez bibêjim, hebûna kurdan li Almanyayê hema hema bi qasî ya kirkan kevin e. Jixwe piþtî erdheja Gimgimê ya sala 1966´an, dewleta Tirk bi siyaseteke taybet ya avanekirinê, kir ku ji vê navçeyê hejmareke zêde ya xelkê kurd koçberî Almanyayê bibe lê ne wekî penaber wekî karker. Hineke din jî ketin ber vê koçberiyê. Ew jî ji navçeya Erzeromê Xinûsê bûn. Berî erdheja 1966'an bi 20 salan erdhejeke din li Xinûs û Gimgimê dabû. Dewleta Tirk hingê jî ev her du navçe di bin nîrê zilma xwe de hiþtibûn. Ji ber avanekirinê û cihêkariya dewleta Tirk, ji Xinûsê jî bi hezaran kes koçberî Almanyayê bûn. Axir heger ji Tirkiyeyê 4 kes hatibin Almanyayê, ji wan çaran herî kêm 1 kurd e, û heta belkî ji sisiyan jî 1 kurd be.
Tevî ku dewleteke wan a xurt heye, tevî ku zimanê wan bi tu awayî ne bi talûkeyan re rû bi rû ye jî dersên Tirkî li dibistanan mîsoger kirin, bi ser de jî li eyaletan ev ders bi xwe organîze kirin, mamoste wezîfedarkirin û meaþên wan dan (wekî li Bayernê). Lê vê jî têrî civaka Tirk li Almanyayê nekir. Mesela dibistana tevahiya rojê “Dialog-Gymnasium” a li Kolnê, dibistaneke navîn û amadehî (lîse) ya bi tirkî ye. Komeleya Turkisch-Deutsche Akademikerbund (Komeleya Hevgirtina Akademîsyenên Tirk-Elman – TDAB) ev dibistan vekiriye. Dibistan fermî ji aliyê dewleta alman ve tê qebûlkirin û dîplomayên wê jî ji ber vê di hemû astan de tên qebûlkirin. Li Berlînê jî dibistaneke bi tirkî heye, (Tudesb-Schule), li Bad Cannstattê jî (Bil-Schule), li Mannheim (Sema-Schule) û Hannoverê jî.
Belkî hûn bibêjin ne pir in, lê ev yên ku ez bi ser wan ve bûm, hejmar ji vê pir zêdetir e. Ha bi ser de jî planeke par ketî dewrê ya Enqerê ya bi navê “Anatolien-Wochenendschulenprojekt / Projeya Dibistanên Dawiya Hefteyan a Anatolyayê”. Dewleta Tirk vê projeyê bi xwe bi rê ve dibe da ku ew ên naçin dibistanên tirkî jî karibin li gorî îdeolojî û zimanê wê perwerde bibin. Bi qasî ku diyar e, ev proje tevî ku ji Enqereyê ji bo salekê pêþî hat fînansekirin, wê demdirêj jî bê fînansekirin.
Jixwe ew dibistanên tevgera Gulen ên li Almanyayê çendek hatibin girtin jî þûna wan bi bêhtir dibistanên tirkî hat dagirtin.
Çima bi kurdî jî dibistan çênebin! Çima zarokên kurd mufredata ku qismî be jî dikare azad bê diyarkirin, bi kurdî nexwînin! Jixwe heger karibe bi pedagojiyeke çêtir jî xwe bide qebûlkirin, ne tenê zarokên kurd, zarokên din jî wê xwe li van dibistanên taybet qeyd bikin. Belkî her kes zarokên xwe neþîne û belkî jî nikaribe biþîne van dibistanan, lê hejmara malbatên kurd hema hema li hemû bajarên mezin ên Almanyayê yên wekî Berlîn, Hamburg, Frankfurt, Koln, Hannover û yên din têrê dike ku însiyatîfên bi vî rengî dest pê bikin. Mesela komeleyên damezrandina van dibistanan çêbin wê bibe destpêkek. Hingê ev komele û kesên di wan de çalak wê li rê û rêbazên herî baþ ên damezrandina van dibistanan bigerin. Ew ê serê xwe pê biêþînin. Bi ser de jî heger mamosteyên kurd ên li Almanya tevlî vê însiyatîfê bibin, ew dibe ku ji bo xwe jî cihekî kar, mekanekî kar ê kurdî çêkin. Çima na!
16.09.2019, Yenî Ozgur Polîtîka
Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê nivîsê me guhart.