Barselonayê biryareke dîrokî girt
Diyarname
Klûba Barselonayê di kongreya xwe ya salane de biryareke dîrokî girt. li gor biryarê klûbê medelyeyên rûmetê ku dabûn dîktator Francisco bi paþ ve digire.
Klûba Barselonayê di salên 1971 û 1974'an de medelyeyên rûmetê dabûn dîktatorê Spanyayê Franco. Berdevkê Klûba Barselonayê Josep Vives got ku wan ev biryar girtiye lê divê ev biryar di lijneya giþtî ya klûbê ya bê de divê endam erê bikin. Piþtî endam jî erê bikin dê biryar bikeve jiyanê.
Vivesî got ku di sala 2003'yan de biryara bi paþ ve girtina medelyeyan hatibû rojevê û wisa got: "Ji ber ku wê demê li ser mijarê belge nîn bûn wê demê ev biryar nehat girtin. Niha piþtî daxwazê biryarên ku berê hatine girtin hatin lêkolandin. Diyar bû ku klûbê medelyeyek çêkiriey û daye dîktator Franco.
Rêveberên Katalonyayê ku biryara serxwebûna Katalonyayê dabûn hin hatibûn girtin. Sibê li dadgehê doza wan heye. Ev beryara bi paþ ve girtina medelyeyan rojek berî vê dozê hat.