Tazî lîstin, tazî lê temaþe kirin!
Diyarname
Li dinyayê yekemîn car tiþtek wisa çêbû: Lîstikvanan bi awayekî tazî lîstik lîstin, temaþevanan jî tazîlê temaþe kirin.
Li Fransayê ji gelek aliyan ve aktîvîst hene, lê ligel vê yekê jî li Fransayê jî heta niha tiþtek wisa çênebûbû, yekem car çêbû: Lîstikek þanoyê ya nûdîst hate pêþkêþ kirin. Li gor vê hemû lîstikvan tazî derketin ser dikê û temaþevanên ku hatibûn temaþe bikin jî hemû tazî ketin salonê û li cihên xwe rûniþtin.
Ji vê pêlê re Nûdîzm an jî Naturîzm tê gotin ku kes bêyî ji laþê xwe þerm bike bi awayekî tazî li cem hev, bêyî wateyeke seksuelbûnê lê bar bike tên cem hev. Lîstika bi navê "Nu Et Approuve" 20'ê mehê li Palais des Glaces hate lîstin û rastî eleqeyek mezin hat. Hemû lîstikvan tazî derketin ser dikê. Temaþevanên hatibûn jî xwe tazî kirin û bi vî awayî derketin salonê.