Sazkarê 'Rambo' Vajna mir
Diyarname
Sazkarê fîlman Andy Vajna (Andrew G. Vajna) yê macar ku di nav fîlmên wî kiþandine de "Rambo", "Nixon", "Evita", "Terminator" jî hene wefat kir.
Andy Vajna di sala 1944'an de li Budapeþteyê hatibû dinê. Di sala 1956'an dema li welat hikumdariya sosyalîst hemû bi alîkariya Xaça Sor ji welat reviya, pêþî çû Kanadayê, paþê derbasi Los Angelese bû.
Vajna ji sala 2011'an de ji bo endustriya fîlman a Macaristanê þêwirmendî dikir. L iser mirina wî Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban ji ber rûpela faceyê re wisa nivÎsî: "Em sazkarê mezin ê fîlmên macar oxir dikin. Ji bo her tiþtî ez sipasiya te dikim dostê min."
Sînemager û sazkarê fîlman Andy Vajna ku di jiyana xwe de Sylvester Stallone, Arnold Schwarzenegger, Madonna jî di nav de ligel gelek lîstikvanên navdar xebitîbû wefat kir. Lîstikvan Sylvester Stallone ku di fîlmên wî "Rambo" de lîstibû ji bo Vajna di instagramê de wisa nivîsî: "Zilamê ku Rambo afirand".
Arnold Schwarzenegger jî ji ser twitterê ra ji bo Vajna wisa nivîsî: "Wî çespandibû ku ji bo hûn fîlmên mezin bikiþÎnin pêdivî bi studyoyan nîn e. Dilekî wî yê mezin hebû, yek ji kesên herî baþ bû. Ezê beriya wî bikim."
Fona Fîlmên Metrajdirêj a Macaristanê jî ragihand ku Vajna li mala xwe ya Budapeþteyê di 74 saliya xwe de wefat kir.
Di salên 1970'yan de kompaniya bi navê "Carolco" ava kir û bi vê dest bi kiþandina rêzefîlmên "Rambo" kir. Dûre fîlmên wekî "Banga Ji bo Rastiyê", "Reva Ber bi Serketinê ve", "Agirê Sor", "Johnnyyê Qeþeng" kiþandibû. Vajna di sala 1989'an de ji Carolco veqetiyabû. Piþtî vê yekê fîlmêe wekî "Terminator 3: Bilindbûna Makîneyan", "Mirina Dijwar 3", "Qirêjiyek Sor", "Nixon", "Ez Casûs", "Rapsodiya Amerika", "The 13th Warrior (Þervanê 13'emîn), "Basic Instinct 2) û "Evita" kiþandibû.
Li gundê Etyek a Macaristanê bi navê Studyoyên Korda yên sînemayê hene ku Vajna yek ji þirîkên wan bû.