'The Ýmage Book', 'Çiçero' û yên din
Diyarname
Vê hefteyê 4 biyanî, 4 jê ji Tirkiyeyê 8 fîlm dikevin vîzyonê. Ji biyaniyan yek fîlmê anîmasyonî ye: "Up and Away". Ji nav van ji yên biyanî em "The Ýmage Book" û ji yên Tirkiyeyê jî em "Çîçero" derdixin pêþ.
"The Ýmage Book" fîlmê derhêner Jean Luc Godard e. Di fîlm de Jean-Luc Godard, Buster Keaton û Dimitri Basil dilîzin.
Derhênerê navdar Godard xwediyê Xelata Rûmetê ya Oscarê ye. Ev fîlmê wî yê dawî ji pênc beþan pêk tê: Fikrên mirov çawa zêdibin? Bîr çawa dixebite? Xewn li ku derê dest pê dikin? Hêma û peyv li ku derê tên ser hev? Û veqetîn çêdibe? Fîlm par li Festîvala Fîlman a Cannesê hat nîþandayîn. Seroka Juriya Cannesa 2018(ah Cate Blanchett ji bo vî fîlmî wisa gotibû: "Di nav hemû fîlmên me temaþe kirin de ev li cihek din disekinî; hema bibêje li derveyî zeman û cih bû." Ji ber vê yekê di festîvalê de bi Xelata Taybet a Palmiyeyê hat xelatkirin.
Vane hemû fîlmên ku vê hefteyê ketin vîzyonê:
- The Ýmage Book / Derhêner Jean Luc Godard
- Glass / Derhêner N. Night Shyalaman
- Shoplifters / Derhêner Hiroka Kore Eda
- Up and Away / Derhêner Karsten Kiilerich
- Çîçero / Derhêner Serdar Akar
- Bort Harç / Derhêner Efe Hizir
- Uç Harfliler: Adak / Alper Mestçi
- Can Dostlar / Derhêner Tugçe Soysop