Ev 'xwedê' bi 31 mîlyon dolarî hat firotin
Diyarname
Wêneyê xwedayê asûriyan ku li ser kevirek 2 metreyî hatibû çêkirin li New Yorka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di mezatê de hat firotin. Texmîn ew e ev 3 hezar salî ye. Li Mezatxaneya Christie's a li New Yorkê mezat çêbû. Bi 10 mîlyon dolarî dest bi mezatê kirin û bi 3 qatan zêdetir hat firotin ku ev bû berhema herî buha ya li ser serdema Asûrê.
Navê kesê/a ku ev berhem stand nehat eþkerekirin. Ev berhema kevirîn ku wêne li ser hatiye teswîrkirin di sala 1845'an de ji aliyê arkeologê îngilîz Austen Henry Layard ve hatibû dêtin. Ew berhem li Misûlê hatibû dîtin ku wê demê Misûl girêdayî Împaratoriya Osmanî bû. Rayedarên Osmanî rê didan ev berhem û berhemên wisa derkevin derveyî welat, derketin û firotina berhemên wisa qedexe nekiribû. Ev berhem heta niha di pirtûkxaneya taybet a kesek de bû.