Ev rê diçe ku gelo?
Di despêka romana Yildiz Çakar a bi navê “Ev Rê Naçe Bihûþtê” de karekterên me bi romorkekê ji gundê xwe derdikevin û di dawiya romanê de karekterên me dîsa vedigerin gundên xwe, an jî gumaneke wisa bi mirov ra çê dike. Roman ji ber ku derûnî ye, mirov nikare teqeziyan deyne, tiþtê ku teqez mijar e, mijar jî fermana heftê û çaran a jinên êzdî ne. Feqet mijar hinekî groteskwarî û girîfît hatiye hûnandin, loma di gelek tiþtan de mirov di þikê de dimîne.
Mekan di hundirê romorkê de bi awayekî rêwîtî dibore, mekana duyemîn hundir odeyeke nediyar diqewime, mekana sêyem gund û bîranîn e, îcar mekana odeyê, odeya hundirê serê karekter e an jî odeya serê nivîskar e welew odeyeke rasteqîn e. Loma tim mirov di dudilîyê de dimîne, geh di odeyeke rasteqîn de dibore, geh di odeyeke groteskwarî dibore û geh em di xewn û xeyalên bîranînên karekter de digevizin. Feqet tiþtên di odeyê de diqewime hem sîleyeke rastiqîn a tund li nava çavên me dixîne, hem jî sîleyeke tirswarî li belengoþka guhê me dixîne, carinan jî mîna dêyekê destên xwe bi serê me dide û me dibe bîranînan... Di vê ode û romorka rasteqîn û groteskwarî de trajediyên rastî bi þêwazeke derbirîn, bi hestên tîr ên di þekla þîreyê de û tijî metaforên cur bi cur bi þayestên xemilandî ên bi reþbînî hatiye kemilandin.
Di romorkê de bi saya bîranînên Þemsîxanê em diçin warên xwe, eþqên xwe, çanda xwe, dîroka xwe, mîtosa xwe, sembolên çanda xwe û geh em tên jiyana rasteqîn û li dîwarên trajediyên rasteqîn ên dojehî diqewimin, em zîz dibin, diqehirin, diêþin, birîndar dibin, kulên me ji nû ve dibiþkûvin. Rastî bi þêwazeke hiþk, trajîk, derbirîn û bi kitekit li ser tabloyekê hatiye boyaxkirin. Feqet di romanê de a girîng bûyer û derûniya karekteran li ser tabloyê çawa hatiye boyaxkirin welew hûnandin. Çimkî bûyerên wisa ango mijarên werê þayestandin û vegotina wan dijwar e.
Babetên wisa divê hevdilînî an jî mirov bi xwe jiya be, loma mijarên koka xwe ji rastiyê werdigirin vegotin, þayestandin û hûnandina wan dijwar e. Vegotin û þayestina karekterên derûnîk û hundirîn dijwar e.Ji ber a ku an jî ên ku trajedî dîne, divê tu bi hezar çavhiþî û hiþçavî li derûnîya wan mêze bike.
Divê karekterên trajîk û derûnîk bi stîleke pirhêlî di mercekê de bên derbaskirin. Welhasil îcar em werin ser karekter û hêlên romanê ên din.
Di Romana “Ev Rê Naçe Bihuþtê a Yildiz Çakar de gelek karekter hene, piraniya karekteran jin in. Navên karekterên me wiha ne:
Xasê, Þemsîxan, Samîra,Alê, Çinê, Keleþo, Rustem, Fexra, Zîzê, Perwîna zarok, Nofa, Dayê Mêyan, Sinê, Miþîr(Þêro bavê Miþîr e) û hwd.
Feqet di romanê de karekterên ku derketine pêþ ango ên ku rêya romanê û rêwîtiya mijarê derxistine holê Þemsîxan, Dayê Xasê, Samîra, Keleþo û Dayê Mêyan e. Lê belê serlehengê me Þemsîxan, Keleþo û Dayê Xasê ye. Feqet a ku berbicav û pêþeng Þemsîxanê ye. Hemû mijar û hûnandina romanê li derdora Þemsîxanê dizivire. Þemsîxan karektereke hundirîn û derûnîk e. Di hundirê hiþê xwe de dikeve galegalên monolojîk û diyalojîk, mînak ji romanê: ”Kujerê li nava romorkê jipiya sekinîbû,yeko yeko li nava çavên me mêze dikir. Çi cara min çavên xwe vedikir, min ew didît û derzek li rihê min diket"(rp16) Em dibînin ku karektera me di derûniyeke dijwar de ye, divê “çi çaxa çavên xwe vedikim kujerê xwe dibînim” dêmeg karektera me xewn, xeyal û rastiya li nav hev dixîne, loma xwe bixwe carinan diaxive, gotinên monologî û diyalogî bi pêk tîne. Dêmeg gelek caran rastî kujerê xwe tê. Loma heman demê de di jiyaneke rasteqîn û di jiyaneke xeyalî de digevize, di navbera her du neqeban de carinan asê dimîne, neqebeke hêla wê bihuþt e, hêla wê ya dinê dojeh e. Geh di bihuþtê de digere û geh di dojehekê de diþewite.
Em mînakek dinê jî ji romanê bidin “Kîjan kêlî xewn e, kîjan xeyal e, kîjan rast e, nizanim"(rp63) di vir de xuya dibe ku karaktera me Þemsîxan ji ber derûniya xwe êdî hemú deman, mekanan û rastî, xewn û xeyalan li bin guhê hev du dixîne. Rêya qulbe li ber þaþ bûye. Karektera me di navbera pira rastiyê û xeyal û xewnan de bi awayekî derûnîk diheje. Þertên ku karaktera me tê de dijî-jiyaye ev derûnî pê ra avakiriye.
Derûniya Þemsîxanê heman demê babeta romanê jî destnîþan dike. Babeta romanê li ser jinan û jinên kurd ên êzdî ne. Dema ku Daiþ jinên kurd ên êzdî direwîne, diþewitîne û tecawiz dike, behsa wan bûyerên qewimî ên rasteqîn dike, feqet bingeha romana me ne li ser lingekî ye du lingên romanê heye, lingê ewilîn lingê babeta jinên kurd ên êzdî ne, lingê babeta me ya dinê jî eþqa di navbera Keleþo û Þemsîxanê ye.
Semsîxanê hem di bîranën xwe de, hem di rasteqîniyê de û hem jî di xeyalan de dijî, loma derûniyeke tevlihev di rihê Þemsîxanê de ava bûye. Du mijar di romanê de serdest in. Mijara yekemîn jinên kurd ên êzdî ne, behsa revandina wan û bûyera hatiye serê wan û çawa hatiye xelaskirin dike.
Mînakek "Ax Þemsîxan! Ev ferman e, fermana me kurdan e, li hember xwedayê me hemû xerab rabûne xwîna me kirine þerbet qurtequrta wan e. Ev fermana heftê û çaran e.” Di vir de em fêm dikin ku mijar jinên kurd ên êzdî ne û wekî fermana heftê û çaran hatiye diyîn. Îcar Þemsîxan vê mijarê bi awayekî derûnî ji me re dilîze, vedibêje û dihûne. Þemsîxan neynika civakekê ye loma derûniya civaka xwe û rewþa civaka xwe teyîsandiye. Bi saya þexsê Þemsîxanê em wehþetiyan dibînin. Karektera me di jiyaneke binhiþî de dijî û bûyerên qewimiye û diqewime bi awayekî zindî dijî û vedibêje, hemû bûyeran bi þêwazeke derûnî ji pêxîla xwe dertîne. Geh em di bîranînan de ne, geh em li bûyerên trajîk ên jinên êzdî temaþe dikin, geh em li eþqa karaktera xwe û Keleþo temaþe dikin, û geh em monologên karaktera xwe û derúniya karektera xwe temase dikin û geh em li dîmenên wekî din û ên cihêreng temaþe dikin.
Di romanê de hin metafor welew sembol hatine bikaranîn. Heywanên wekî teyr, þêr, pisîk, mar û hesp hatiye þixulandin. Marjan pisîka Þemsîxanê ye, wer bi wê re ye. Heywanên din wekî nîþaneya sembolan hatiye sixulandin.
Þêr; sembola xurtbûn, tirsê û (wehþetiyê) ye.
Mar; Sembola tirsê, û neyîniyê ye.
Teyr: Sembola azadiyê ye. Îcar azadî, tirs û wehþetî bingeha romanê ava dike gelo?
Pisîka me Marjan ji sembolbûnê wêdetir wekî karekterekî ye. Em werin ser karaktera hevala Þemsîxanê ango Samîrayê. Malbata Samîrayê ew firotiye Huzeyfî. Piþtî vê çîroka Samîrayê þûnde Þemsîxan û Samîra tim û tim bi hev re dem dibihurîne. Jiyana Samîrayê ú rihê wê ewrên tirsê xwe lê rapêça ye. Samîra karektereke pir û pir tirsonek e. Samîra û Þemsîxan du karekterên di heman rewþê de dijîn.
Þêwaza romanê þêwazeke derûnîk û trajîk e. Þemsîxan di vê hêsîrbûn û di kolebûna xwe de diçe bîranên xwe, gundê xwe, ba Keleþoyê xwe hwd yanê di navbera du jiyanan de, di navbera du zeman û mekanan de wendayî û winda dibe.
Wekî din di romanê de têgehên ku herî zêde hatiye þixulandin ronahî
û tarîtî ye. Loma diyalektîka tarîbûnê û ronahiyê berbiçavkiriye. Desthilatdariya tariyê û hembêzkirin ronahiyê hatiye teþekirin. Nivîskar serketina ronahiyê a li dijber tarîtiyê nîþanî me daye. Ronahî tarîtiyê dadiqurtîne, ronahî tiliyê xwe di çavên tarîtiyê de radike. Þemsîxan di xewnereþkên tarîtiyê de dijî, di hundirê odeya xwe da groteskan dibîne, loma monolojîk û diyalojîk e. Ji hêleke din ve yên ku wehþetiyan pêk tînin ango qesas di lûtkeyên Sadîzmê de dijîn mînakek ji romanê:
”Meydana gund, heta îro, ji bilî goga plastîk tu car serê mirovekî di nava lingan de nedîtibû"(rp82)
Di vir de karektera me û karekterên din xwe veþartine û li bûyerên diqewime temaþe dikin ji neçarî. Karaktera me ji ber ku gelek caran pêrgî dîmenên werê hatiye loma dikeve xewn û xeyalan û groteskan dibîne. A ku vê wehþetiyê-kiryarê bi qesas kirin dide konê olê ye, fîstanê olê ye, metaya kapîtalîzmê ye û Sadîzm e. Bifikirin ku mirovek li ser navê olê û Xweda bi serê meytekî bilîze, ev lûtkeya Sadîzmê ye. Ev êdî ne zewq e, ji zewqê wêdetirîn e. Wehþetiyên werê ji zewqê wêdetirîn e, êdî ev kêfxweþî ye, ne zewq e. Nivîskar rasteqîn, grotesk, xewn, xeyal giþ di nav hevdu de esirandiye û hûnandiye. Metafora “Sêniya giloverik a xwarinê “di romanê de wekî dinya cihê xwarinê û goþtxwarinê be, nimandiye. Em goþtên hevdu dixwin, sênîya giloverik dinyaya giloverik bi xwe ye û kî li ser vê sênîka giloverik be dê ew ê bê xwarin. Metaforek e watedar e. Desthilatdarî, kapîtalîzm, ol, oldarî û tirs bingeha romanê diteyisîne. Di romanê de ol û oldarî bûye alava kapîtalîzmê.
Di romanê de tirs jî bi serê xwe bingeha romanê diafirîne. Cihê ku wehþet lê hebe tirs jî ew ê hebe teqez. Tirs koka wê esil ji fêrbûnê tê, ji ber ku mirov bi saya tecrubeyên xwe fêrî tirsê dibe. Welhasil nêzî dawiya romanê heft þervan kecên kurd ên êzdî ji nava lepên hûtan derdixîne. Çîroka hûtan di naveroka romanê de wekî çîrokekê Dayê Xasê ji Þemsîxanê re vedibêje, ji ber ku hûtan diþibîne Daiþiyan, her du jî seriya dihilqitîne û serjê dikin û dixwin lê yek çîrokek mîtolojîk e, a din rastîyeke qewimî ye.
Di dawiya romanê de Þemsîxanê wekî hatibe gundê xwe û Keleþo jî wekî miribe, ew jî li ser mezelê wî ye. Karekterekî me yê din jî Miþîr e, Miþîr fêlbaz, kahîn û pêþerojdîtek e. Dema vana giþ tên gund Miþîr ji wan re behsa pêþerojê de dê çi biqewime dike. Feqet rêveberê û rêberê Semsîxanê gotinên Dayê Xasê ên watedar, felsefîk, bîwêjîk, û afarozmatîk in.
Di dawiya romanê de Sinê û Þemsîxanê heman kes xuya dibe, dudiliyeke wisa bi mirov ra dihêle. Simko jî Keleþo xuya dibe. Talî karakterên me ji terefên heft þervanan ve ji destên wehþan tê xelaskirin û berî bi gundê xwe vedikin. Roman Ji gund derketinekê dest pê dike û dîsa li vegera gundekî diqede. Hemû bûyerên diqewimin di navbera çûyîn û hatinekê an jî di navbera derketin û vegereke gund de diqewime, didome. Vegotin û gotûbêjiya romanê carinan herkehiþî, carinan derhiþî û carinan jî bi þêwazeke rasteqîn hatiye nivîsandin. Feqet teknîkeke herkehiþî, carcaran jî monologî û bi dîyalojîk hatiye hûnandin. Lê belê bingeha romanê û mijar kana xwe ji rastiyeke qewimiye wergirtiye...Rastiyeke dojehî ye. Loma “Ev Rê Naçe Bihûþtê" Ev Rê Diçe Dojehê gelo an jî diçe Arafê gelo? Diçe ku Ev Rê Gelo?.....