Jinek te tîne dinê, yek te dibe gorê!
Ew û yên din!
Di jiyanê de çend kes û tiþt hene, di ev temenê kurt ku pir xuya dike de, tên daxilî jiyana mirovî dibin? ku hin jê derên biçin, ku hin biçûyîna xwe re þopekê li pey xwe di bîra mirovî de bihêlin jî…
‘Çendîn, ku hinan tu ji jîna xwe veder dikî.
Çendîn, ku hinan tu nexwazî rûyê wan bibînî
Çendîn, ku tu ji hebûna hinên di dereke jiyanê de derketine pêþberî û tu pê bûyî xwedî poþmaniyekê jî...’
Dawiya dawî, rojek tê di nîveka emrî de meriv jê bi hay dike; ku hin naçin, ku hin nû hatine û ku hin hê nehatine; wê werin, wê werin, ew jî wê werin, ew jî wê were… wê were da ku tew neçe…
Meriv nikare tercih bike; hin kes hene bêyî ji te were pirsin, bêyî ku tu karibî derbarê wan de raya xwe eþkere bikî; bi kêliya diya te, te tîne dinê re ew di jiyana te de jixwe hene; tu parçeyekî ji wan î ew parçeyek ji te ne…
Ku ne bi dilê te bin jî, ku taybetî û kesayetiya we ji vir heta dera hanê ji hev dûr û ciyawaz be jî, ew cûdabûn qet nayê ber çav, nabe qisûrek ku tu tim xwe pê kêm bibînî; çimkî ‘dê ye, bav e, xwiþk in, bira ne, pis û dot in, ap e, xal e, met e, û heta nîva dayê xalet e…’
Û bi navikekê re tu tapoya merivantiya bi wan re dixî bêrîka xwe, heta dawiya jiyana xwe û belkî wê tapoyê wekî mîrate dewrî yên ji piþta xwe jî dikî…
Lê belê, hin kes hene bêyî ku pêdivî bi navikekê û bi heman xwînê bûyîn hebe tu wan hildibijêrî daxilî hebûna xwe dikî, daxilî jiyana wan dibî; ku têkîliya yên navikê heta radeyekê mecbûriyetek be jî, ku ew bi xwînî yên te bin jî… lê yên te bi xwe tercih kirî û hilbijartî di nav 6.5 mîlyar mirov de bi qasî tiliyên destekî, bawer bikî belkî tunebin jî… lê, ew wekî bi qasî 6.5 mîlyar mirov bin, ew sê-çar kes di çavên te de pir in, pir pir dibin...
Hevrêyên te ne; deqên wan her dimînin li ser giyanê te. Tu tevî wan dirûv digrî, di pêkhatina keseyatiya te de parek wan a nayê înkarkirin jî heye, û piþtevaniya wan jî…
Kingê bi ser vê rastiyê ve dibî û têdigihîjî!? Di nîveka emrî de, ku ji wan re dostên roja teng tê gotin; ew ên ku tu dixwazî ne rojên teng her rojên xweþ diyarî xwe û wan bikî…
Lêêê, lê û belê yeka din jî heye ji ew ên tên hilbijartin; A, ne tu, ya ku dil hildibijêre, ew a dil pê re lêdide, bi hebûna wê dike gurpegurp; ev hez e evîn e, ev, jixwe tiþtekî din e(!)
Ji roja ku te ew dît, ku çav lê û pê ket, heta wê rojê ku temenê te çil sal ji kîsê te xwaribe jî; li ber çiçikê dê heta zarokatiyê, heta ciwaniyê û wê roja sal gihayî çil î; jixwe dema navika te tê birin, ew wekî her bi te re be, û te li ser devê riyekê hatine wê pa be; ku hat, ku li tengala te sekinî, ku li reþikê çavî nihêrî; tu hest pê dikî wekî yek roj û yek kêliya te bêyî wê derbas nebûbe; qet ne xerîb e, nas e(!)
Germahiya wê mîna hembêza dayê ye, divê tu bervê biçî û xwe biavêjî hembêzê û bêjî, ‘tu bi xêr hatî, lê ta vê roj û kêliyê tu li ku mabûyî’! ez ew qas ma bûm li hêviya te; ‘min digo; ha ji piþt wê darê, ha ji piþt wî kevirî, ha li ser wê kaniyê, ha li ber wê malê, ha li piþt wî deriyî, ha li ber wê eynikê; derket hat, ha derket hat’…
Wê were… wê were, ku ew neyê tê herî, tê li pey herî; li piþt çiyan, li nav baxçeyên Adenê, di nav masiyên avên heyatê de, li bin darekê, di nav xirbeya gundekî kavilbûyî de, li nav bajarekî qedîm de, belkî li ber çongên dengbêjê Siyabend û Xecê, li kendalên Sîpanê bi ser Gola Wanê de, tê herî tê herî… tê herî lê bigerî…
Çimkî dizanî; çawa te diya xwe hilnebijartibe, ku diya te yeka qereçî be jî, çimkî diya te bibêhna xwe ve di dil û çavên te de delaltirîn jina hatiye ser erdê cîhanê ye…
Ew jî wisa ye; ku hesta hebûna wê li giyanê te belav bû, dibînî ku ew bêyî navik ji dil re derbasî nava te bûye.
Na na, tu bi xwe werdiqilî; ku ne ew ji mêj ve ye daxilî te bûye; berê berê de parçeyekî ji te bûye, nîva te bûye; hez bûye evîn, evîn bûye ew.
Nexwe ev ew e, dibêjî xwe bi xwe bi pistepista derwêþekî Laleþê (!)
Ku dil bi hêrikîna xwînê dicoþe, pêre pêre ku dike gurpegurp; pêre pêre ku sotin be jî, ku dil dest pê bike xwe bisojîne û bi xwe re, ku hemû can û bedenê jî bixe nava arê evînê…
Bi xwe dihesî, ku mêj ve ye jixwe wê mohra iþqê-sotinê li giyanê te daye…
Û pêre, ew bi gewdeyê te ve dibe siyek, wekî navikekê bi te ve be, bi te re digere; bi zindî, bi bejn û balê, bi kezî bêhna misk û emberê, ku ne di menzîla çavên te de be jî, ji bo ku wê hîs bikî bayek bêhn û xeyalê wê bi banî dixe, tîne li gerdûna dilê te digerîne…
Þevên te yên tarî ronî dike û pêre jî hemû kêliyên tu jê nefesê distînî û didî tije jiyan, bi coþ û kelecan dike…
Ew anatomiya bûyîn û mirinê ye; ‘jinek alî te dike bi destê te re digire te tîne dinê û ji piþt re jineke din tê bi heman destî re digire, te li cihana gewrik a êþ û evînê digerîne û te dibe heya gorê…
Hozanekî gotiye ‘heya li vê dinê heme…’ û pêþiyan lê zêde kiriye û xweþ gotine ‘dinya li alikî ew li alikî’
Û dibêjî; ev ew e! û bi (wê) tu temam dibî, temam dikî…