'Ev Ne Pif e Tif e' çi ye?
Zimanê dayîka me bi qasî dayîka me þêrîn û bi qasî xwezaya welatê me dewlemend e. Her çiqas dayîk û welat bindest bin jî ji bindestiyê tiþtên mîna dims, bastêq, meþlûr, mewîj, kax û hêjîrê hiþkkirî dertên. Hin tiþt jî mîna cûr in (tiriyê tirþ lê tehmxweþ). Ev hemû di devê meriv de tehmekê xweþ dihêlin. Ji vê sedemê kurd berî razanê tînin dixwin ku ew tehm di devê wan de bimîne heta sibe.
Di nava salekê de çend pirtûkên kurdî yên helbestan derketin. Dema ku helbestên xweþ dixwînim ji wî zimanê ku pê hatî nivîsîn hez dikim. Bawerim her kes wisa ye. Ew estetîk û rîtma di nav peyvan de tê honandin di mêjiyê min de xaniyê xweþiyê ava dike.
Pirtûka helbesta ya Roþeng Rojbîr di nav xirecira þer de bêhes derket. Bê reklam, pesindayîn û hwd ket nava cîhana kurdî. Roþeng di pirtûka xwe ya duyem de qurretiya helbestê þikandiye û navekî ku em jê re xerîbin lê kiriye. “Ev Ne Pif e Tif e”. Dema ku çavê min bi vî navî ket, min tu tiþtekî jê fêm nekir. A rast bêjim, min di dilê xwe de go ev çi navek ecêb e, qet nav nema bû ku li dîwaneke were dayîn. Heta hatim nîvî min hê fehm kir ku çima ev nav lê hatiye danîn. Serê pêþî di devê min de tehma cûrê ku tu çawa gez dikî ji tirþiyê av bi çavê te dikeve lê bi cûtinê re hêdî hêdî tehma devê te xweþ dike ma. Di serê pirtûkê de zargotinek bikar aniye ku meriv pirtûkê deyne û nexwîne. “tirþ im tahl im, jehriya mar im”. Me ev zargotin li Farqînê di hin lîstikan de digot ku kes ber bi me de neyê. Bi nav û zargotinek wiha ketim fikarê lê dîsa jî pê de çûm û hey çûm.
Di helbestek ji du rêzikan pêk tê de dîroka me kurdan radixe ber çavan an jî bi zorê di çavê me de diçikilîne.
“30
29 carî serî bikêl î, ku tu min nejmêrî
bila tev de nelê bin, ku ez û tu yek bin”
Tu qederek disekinî, li xwe mikur têyî û serê te ji þerma dikeve ber te.
Di helbesta Roþeng de hemû evîn û kêfxweþî bi bindestiya welat reþxemilandî dibin. Tu her dibînî qala evînek kiriye, tu her dibînî ku evîn ji sedema bindestiya welat têkçûye an mehkûmê têkçûnê ye.
Di helbesta “en-el welat” de;
“…
jenê sûra srafîl im, navê te dilîrînim
navê te, ku li çepera gerdûnê lefandiye, têm li pey te
navê te, ku newaya heþir û mehþerê ye, nebe nabe
9 deng û 3 kîte
-bêwelatiya min li te
-sobe
…”
Helbesta ku ji sergêjiya welatekî pekiyaye, di destên nivîskar de hatiye honandin û gihîþtiye ber destê me.
“…
berî goçkirinê bi çend çirkî
me bi þewba mirovahiyê xistin
dengê me yê lerizî, bi ser yê lawirên þevdêrî ket
di pey de, pirr di pey de
piþtî me ew têk birin û vir ve
goþtê wan li zikê me, çermê me li ser milê me anîn
ji roja ku me dest bi hevduxwarinê kiriye û vir ve ye
cureyek ji me þah, yê din mat e
ev e, çaryeka çîroka di guhê me de
…”
Þair di ber xwe de dimilmile, bi xwe re, bi bindestiya welatê xwe û bi xwezilahiya mirovên bextewar re þer dike. Em jî dixwînin û tê de xwe dibînin. Geh fedî dikin, geh dihesidin, geh diêþin, geh bi halê xwe dikenin.
Pirtûk ji Weþanên Evrenselê derçûye. Niha ev weþanxane bi hinceta OHAL’ê hatiye morkirin. Kes nizane wê rewþ çawa be. Belkî vebibe, belkî qet venebe. Di van þert û mercên dijwar de cihê kêfxweþiyê ye ku berhem dertên û digihîjin ber destên me. Helbet wê tim þert û merc ne wiha bin. Her av ji xwe re rêyekê herikînê dibîne û dimeþe. Bi hêviya ku kaniya peyvên me yên lihevhatî û pehtî ziwa nebe û nifþ bi nifþ olan bide dengê peyvên xweþ.