Çi eleqeya Merkel û Demîrtaþ bi hev heye?
Gelek hevalên min ên biaqil, hinek hem biaqil hem jîr hene. Ez bi saya wan heme.
Dawiya hefteya borî, ji rojan roja yekmeþê bû, zingilê telefona min a destan lêda. Yek ji wan hevalên min hema got:
- Yekþema borî ez geriyam te got ez li Enqereyê me. Nebêje ez dîsa li derveyî Stenbolê me.
- Erê wele, ez li Îzmîrê me. Gavek din Cîhan Roj dê were emê hinek bigerin.
- Baþ e, hefteyek din em hev bibînin.
- Xêr bû, tiþtek nexweþ nîn e, ne...
- Na na, tiþtek nîn e, hema min got em hev bibînin çayek/qehweyek vexwin.
Ez ku vegeriyam Stenbolê ez lê geriyam, em li cafeyek rûniþtin. Got:
- Tu dizanî ev sê hefteye çi bi çengelê bîra min ve eliqiye?
Min got: Ma ez ji ku bizanim? Lê devê xwe li xêrê veke, êdî em nikarin agahiyên giran hilgirin.
Got:
- Binêr, li Almanyayê ji bo hezkiriyên Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) Merkel çi be; li Yewnanistanê ji bo Syriza Aleksis Çipras çi be; li DYA'yê ji bo Demokratan Obama çi be ji bo kurdan jî Selahattin Demîrtaþ ew e.
Ez ne li benda þiroveyek wisa bûm. Sê hefte bû ev þirove bi çengelê bîra wî ve eleqibû û ji bo kesî qal nekiriye, li benda min sekiniye.
Min got:
- Ji bo vê tu du caran li min geriyayî?
Got: Erê
Min got: Hema ew qas?
Got: Erê.
Ez keniyam, min got: Wê çaxê ez qehweyek tirkan diyarî te bikim, 40 salan deyndarê min be :)
Bi awayekî cidî got: Na! Yek, ez naxwazim ne bibim deyndarê te, ne bibim deyndarê yekî din; ya diduyan jî ew meseleya 40 salan ku tirk dibêjin jî derew e. Tu niha qehweyek didî yekî, di roj paþê berjewendî diguherin ew te jî, qehweyê te jî ji bîr dike.
Min got: Ew jî rast e, bû didu.
Got: Tu bixwazî rastiya sisêyan jî ez bibêjim û em rabin.
Min got: Bêje.
Got: Xwezî em niha li Amedê bana, li ew cihê cîgerçêker ê li hemberî Pirê Deh Derî bana, ji aliyek ve me cîgera xwe bixwara û aliyek de me li çem û wî pirî binêriya...
Min got: Îro ji bo min bes e.
Em rabûn.
Ew, cixareya ez qet jê hez nakim di dest de, li kolanê, li nav qelebalixê meþiya, çû...