Ev gotin gotina nivîskarekî ji başûr e. Em li nirxandin û bîranînên wî binêrin...
Ez qala nivîskar Xelîl Dihokî dikim.
Xelîl Dihokî di sala 1951'ê de li bajarê Dihokê hatiye dinê. Di sala 1970'ê de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Demek pêşmergetî kiriye. Demek di radyoya kurdî, di kovarên kurdî de xebitiye. Heta niha nêzî 30 pirtûkên ku wî nivîsandine û amade kirine derketine.
Wî endamtiya Yekîtiya Nivîskarên Kurd kiriye.
Ew endamê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye.
Mamoste Xelîl Dihokî demek berê li Stenbolê bû mêvanê me. Ji siyaseta bakur heta başûr, ji çepgirî heta oldarî, ji wêjeyê heta nivîskariya heyî ya kurdan me sohbeteke dirêj kir, lê ezê tenê kurtebeşek ji vê sohbeta me pêşkêş bikim. Ku ev yek hem bi destûra wî, hem jî bi terciha min e û zêdetir jî li ser ziman û wêjeyê ye... Bila beşa sohbet û galegala din ji me re bimîne.
Wî bi xwe jî di salên 70'yî de dest bi nivîsê kiriye. Di jiyana xwe de gelek zehmetî dîtiye. Wekî gelek kurdan kurek wî jî şehîd ketiye di nav vê têkoşînê de û wisa dibêje: "Me bi hezaran şehîd dan. Me bi bawerî ev têkoşîn dida."
Vane hin notên min ên ji sohbeta me:
- Em ji devoka Dihokê derê, bila hemû kurd me fêm bikin. Di vî warî de xebatên min hene. "Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr" li vir ji Weşanên Avestayê derket. "Antolojiya Helbestên Kurmancên Başûr" jî amade ye. Weşanên Do ji min xwestiye. Herhal dê çap bike.
- Li Başûr heta 91'ê edebiyat tune bû, hemû destê dewletê de bû. Piştî 91'ê tv, radyo çêbûn. Zarokên piştî 91'ê hatine dinê bi erebî nizanin.
- Piştî salên 70'ê kurmancên me pêşketin. Berî wê nivîskarên kurmancî nîn bûn. Eserek mezin nîn bû. Di nav soranan de hebû.
- Romana kurmancî bi form jî, bi naverok jî ji soranî pêşketîtir e. Helbest û çîrok di nav kurmancî de pêşketîtir e, lê ez nikarim bibêjim ji soranî pêşketîtir e. Di van beşan de ew mil bi mil diçin. Di şano, rexne de em lawaz in.
- Tiştek xweş ew e em di sînemayê de pêş dikevin.
ME KURDÎ BI EWROPIYAN NEDA NASÎN
- Divê me berhemên ji swêdî wergeranda kurdî, ji kurdî wergeranda swêdî. Ev bi têra xwe çênebû, ev qelsiyek e. Hinek me dinasin, lê swêdî me baş nasnakin. Ev qelsiyek e. Kurdan nikariye dengê edebiyata xwe bigihîne ewropiyan. Ev qelsiyek e. Me xwe nedaye ku herin bi almanî, swêdî baş hîn bibin. Ji bo tu bi swêdî binivîsî divê tu pir hewl bidî.
- Tirsa birayên soran ji kurmancî hebû loma soranî kirin fermî. Li Behdînan kurmancî, li aliyê Soran soranî fermî bû. Soran ji kurmancan pirtir in. Li 31 mintiqa bi soranî, li mintiqa me erebî kirin fermî... Piştî 91'ê ev rewş guherî. Êdî kes bi erebî kar nake.
- Ji bo kurdî hebûna alfabeyek divê. Birayên soran dijî alfabeya Latînî ne. Zimanê kurdî zimanê Hînd-Ewropî ye, alfabeya Latînî baştir dengê kurdî hembêz dike. Hebûna 25 mîlyon kurdên bakur jî heye.
BÎRANÎNEK WÎ
- Sala 1982'yan bû, li Qendîlê, meha 12'yan bû. Jiyan zehmet e. Di rewşeke wisa de gur ketin dû me. Gur birçî bûn. Mesafeke dirêj li dû me hatin. Li bendê bûn em bikevin. Em biketana dê me bixwara.
***
Ger em vê nivîsê bi nîqaşa me "Dema Wêjeyê" ve girê bidin, em dikarin wisa bibêjin: Li Başûr jî wêje her ku diçe pêş dikeve. Hejmara pirtûkên ku di van 9-10 salên dawî de li Başûr hatine weşandin ji her demê zêdetir in.
***
Min NA û HINAR, û Tabularasa ji bir kirin
Di nivîsa xwe ya bi navê "Li Bakur rewşa wêjeyê"* de min qala kovar û pirtûkên derdikevin, weşanxaneyên kurdan ku her diçe hejmara wan zêde dibe kiribû. Min navê kovarên ku derdikevin û weşanxaneyên nû ku di van salên dawî de li weşanxaneyên kurdan zêde bûne dabû. Lê di vir de min hem navê kovara Hinarê (Kurdî-Dera Îzmîrê derdixe) û hem jî navê Weşanxaneya NA'yê (Li Îzmîrê dest bi weşanê kir. Edîtor H. Kovan Baqî) ji bîr kiribû. Her wiha kovara wergerê Tabularasa (edîtor A. Rahman Çelik) jî ji bîr kiriye. Bila ev nota min wekî lêborînek û rastkirike bê dîtin.
Ji aliyê çepî ve: Ulaş Avşar, Xelîl Dihokî, Çiya Mazî, Cemil Oguz