I
Ev ji canê min can, ji xwîna min xwîn, ji bûyîna min tiştê hêrî girîng bû. Bi wî min xwe nîşan dida; bi wî min difikirî; min pê fikir û xeyalên xwe ji yên din re vedigot; çi ji nijad û bav û kalên min ji min re bûne genetik û çi ji kevneşopî û kevneperiya bi wate û bi qîmet ji min re mayiye wî li xwe bar kiribû heta rojavê min anîbû.
Ew zimanê min bû. Ew ji dev û mêjiyên min hatibû dûr xistin. Ew hatibû dîl girtin. Hatibû xwestin ku di reştariya dîrokê de birize û tune bibe. Bi vî awayî xwestina min û pêşaroja min ji holê rabikin. Min bikin yekî din; yekî mîna wan. Li min mîna komputurek nû ve lêbar bikin û bi zimanî xwe programek gorî xwe li bîr û mêjiyên min binivîsînin. Ez wekî makine hesibandibûn.
Dema şêrê berxwedanê dest pê kir agahî gihîştin mejiyê min; ez bîst û heft salî bûm. Wê demê ez li sînora tunebûnê bûm. Programa wan a ku li min bar kirî aktîv bû: Ez çepgir bûm; mafên Tirkiyeyek serbixwe diparêst; ji bo çand û zimanê tirkan hê jî dewlemend bibe, min canfedakarî dikir û dixebitîm.
Cara yekêm ku min bi vê program hebûn û şixulîn nepêjirand an jî di mêjiyê min de berdewamiya vê programa ku li min hatibû barkirin qediya, dema wêneyên komkujiya Helebçeyê di nav me çepgiran de dihat gengeşî kirin bû. Tê bîra min: Yekî gotibû ev pirsgirêk ne pirsgirêka me ye. Têkoşîna me ji bo proleteryaye; ne ji bo gelekî paşdemayî ye. Kurd gelekî pir paşdemayî ne.
Kurd; ev peyv bû di mêjiyên min de berdewamiya lêbarkirin û berdewamiya programa wan qedand.
Kurd; ez bi xwe kurd bûm.
Di taldayî çepgiriya xwe de bi dizikî min dest bi lêkolîna xwe kir.
Min zanî ez tirk nîn im.
Ez kî me?
Kurd im.
Ji ku dizanim?
Dê û bavê min bi zimanek bi min re diaxifîn. Pê re digotin kurdî an kurmancî.
Kurdî an kurmancî çi ziman e?
Dema ku min xwe nezanî kurdî zimanê ku min pê xwe nîşan dida; paşê di destpêka dibistanê de zimanê çûkan û hê paşê dema ciwanî û çepgiriyê de zimanê gundiyan bû.
Rojek di fakulteyê de pevçûnek pêk hat. Ez jî hatim binçav kirin. Di bin çavan de min kesek naskir; navî xwe Aliekber bû; ji Dêrsimê bû û bi xwe digot ‘ez ji Tunceliyê me’; bi xwe kurd bû lê digot kurdbûn ne tişek e.
Di navbera me de berê dostanî dest pê kir û paşê bi gengeşiyekê ev dostanî di demeke kurt de qediya.
Wî digot, pir ziman ne divê; niha kurdî zimanek mirî ye; em komunîst dixwazin di dema komunîzm ava bibe yek ziman û yek çand bibe; ev ne tenê daxwazek e; ev bingeha diyalektîkê ye; ev ê wiha biqewime; tu kes nikare li hemberê diyalektîka jiyanê bisekine.
Ji diyalektîka jiyanê re min tiştek nedigot û nabêjim lê…
Min jî li hemberê wî digot, eger komunîzm ev e: ku çand û zimanên heyî ji holê rakiye û hemû gelan dîl girtiye çand û zimanek tenê çêkiriye ez wê komunîzmê naxwazim min got û ber dewam kir: di komunîzma min de her çand û ziman û her kes bi rengî xwe di azadiyeke berfireh de dê bijîn; pergaleke yek reng ne ji bo mirovatiyê ye… ez dixwazim bi rengê xwe bijîm û her kes tevlî mirovahiyê bibe..
Tesira vê gengaşiyê li ser min giran bû. Dema ez ji binçavkirinê filitîm min xwe avêt pirtûkfiroşan; li pirtûkên kurdî geriyam. Rêzimanê Kurdî ya Faqî Husên Sagnic, Ferhenga D. Îzolî û romaneke Mehmed Uzun a bi navî Sîya Evînê min dît û stand.
Betlaneya zanîngehê nêzîk bûbû. Min dixwest xwe bikişînim şikaftekê û ku Xwedê negot lê min xwe bi xwe re got: bixwîne; bi kurdî bixwîne û binivîsîne; bi navî xwe kurd bûyîna xwe bi kurdî bixwîne û binivîsine…
Min dest pê kir; şixulîm û xwe bi xwe ked da û min bi kurdî xwend û nivîsand.