Şemrex: Navçeyek bi ser Mêrdînê ve ye li ser rêya Diyarbekir û Dêrika Çiyayê Mazî. Wê jî bi navê xwe yê tirkî bandor ji wî çiyayî stendiye û bi tirkî bûye Mazîdagi. Di nava çiyayên ku ne pir bilind in de maye û xwedî hewayek pir xeş û hênik e.
Piştî nîvsaetê ku mirov ji Mêrdîn dihere Şemrexê ez ji erebeyê daketim, bi qasî bêhnekê li nava sûkê geriyam û min yekser berê xwe da Şaredariyê.
Me piştî qedandina dibistanê, bi hev re di wê şaredariya biçûk de dest bi kar jî kiribû. Bi hev re jî me êş kişandibû di wan deman de, em bêhnteng bûn, birçî man û hinekî kêm jî be keniyan. Nêzî pênc salan ez û Şaredarê DTP’ê yê navçeya Şemrexê yê aniha Hasip AKTAŞ, di heman şaredariyê de, bi hev re, bi karmendî xebitîn. Ez îro çûm seredana wî.
Bi vê seredanê re me demên berê jî bi bîr anî. Serokeşîr bûbû serokê Şaradariyê di sala 1986’an de. Ne rêbazek modern, ne karekî bi rêk û pêk û ne meaşekî wekî yê mirovan. Bi rastî ez aniha pir ecêbmayî dimînim ku me wê demê çawa jiyana xwe didomand. 24 mehan ango 2 salan me meaş nedistend û bi bacê (wergî îadesî) me debara xwe dikir. Heke ew jî di destê şaredar de bûya, ji xwe ew jî nedida me, lê ew di destê maliyê de bû û hinekî qirika me şil dikir. Meaşê me bûbû efsaneyekê li sûka Şemrexê, zarok jî pê dikeniyan. Piştî kû em her du jî ji ber vê tehdeyê çûn daîreyek din, têkiliya me hinekî qut bûbû.
Îro ku ez çûm şaredariyê, min hîs kir ku êdî şaredarî ne ya eşîran e û ne ya serdestan e. Mirov bi rastî jî hîs dike ku ya me bi xwe ye. Şaredar di nava karmendan de û li ser piyan bû, dixebitî. Bi wî awayî jî ez pêşwazî kirim. Bi kêf û henekên karmend û karkeran re em derbasî meqamê wî bûn. Ne tenê ez bi wî awayî pêşwazî kirim, min dît ku bêhnek din jinên ji ber mala xwe rabûbûn û hatibûn jî bi heman şêweyî pêşwazî kir. Dû re em ketin peyvê.
Wî dest bi peyvê kir got: “Ez ji karê xwe memnûn in, ji mirovên xwe memnûn im. Ji bilî hinek tevlihevhezan. Tiştê ez dikim bi dilekî rehet, bi kêfxweşî dikim. Derfet kêm in. Lê tiştên em karin bikin jî pir in.”
Belê… ku mirov ji dil be û ji mirovên xwe re ne li pey fen û fûtan be, mirov dikare bi derfetên kêm jî gelek tiştan bike. Herî dawiyê ku min di nivîsa xwe ya Diyarnameyê* de nameyek ji şaredaran re eşkere kiribû û xwestibû ku alîkariya xwendekaran bikin. Şaredar birêz Hasîp AKTAŞ îsal wekî care yekemîn alîkariya aborî bi 360 xwendekarên ku ji Şemrexê çûne zankoyan kiriye û dibêje, “ev alîkarî wê bidome”.
Wî û meclisa xwe di wan 6 mehên piştî hilbijartinê de bi awayê xulase ev kirine:
1500 metro xeta avê ya sereke çêkirine, êdî av dihere her derê, 2000 mt kanala ava pîs çêkirine.
Nêzî 9.000 mt. rê û kuçe beton û parke bûne.
Hemû konteynirê çopê hatine nûkirin û zêdekirin.
Her der dezenfekte dibe û av jî klor dibe.
Di warê çandî de jî ev kirine û dikin:
Pêşbirkên sporê çêdikin.
Ji şaredariya Farqînê komên şano, muzîk, folklorê anîne û bi gel re hunera wan parve kirine.
Di 2009’an de bûrs dane 360 heb xwendekarên diherin zankoyê.
Bi projeya ku YE (Yekîtiya Ewropayê) pejirandiye jî wê 75.000 TL’yî di warê çandê de pê xebatên baş çêbikin.
Lê tiştê ku bala min kişand li nava bajêr yek jê jî rêya Diyarbekir-Dêrikê (Karayollarî) ye ku di nava bajêr re dihere. Ev rê mezin e û ne pir paqij e. Her wiha lembeyên trafîkê jî tune ne. Ev jî aîdî saziya rêyan (Karayollari) e. Ewê serî li wê saziyê bidin da ku baş paqij û boyax bikin û peyarêyan nû bikin.
Di dawiya sohbeta me de, ez jê re pêşniyazên xwe dibêjim û hêvî dikim ku bi wê biryarê, bi vê hişmendî û nêrînê dê xebatên wan dewam bikin û bi pêş bikevin. Piştî sohbetên demên borî û nêrînên me yên di der barê Şemrexê de jî, min xatirxwest û derketim. Bi qasî bêhneke cixareyê min li wan kolikên dor Şemrexê nêrî. Zarokatiya min a li ser wan teht û terişana derbas bûbû jî hate bîra min. Bi kêfxweşî û dilîniyeke tevlihev ez di rêya xwe re û di nava darên Pîran û Ensilimanê re ji Şemrexê hêdî hêdî bi dûr ketim.
Û diyariyek: helbesteke min hebû li ser Şemrexê, ez hêvî dikim wê ev helbesta ku di pirtûka min “Palûte” yê de cih girtibû hinekî Şemrexê bi xwendevanan bide naskirin.
XATIRWESTIN JI ÊVARA ŞEMREXÊ
Bêyî te bim heyûhat
Di wê êvara bi keseran dagirtî
Di wê heyverona bi min re paldayî de
Bi tenê
Wexta hatin û min bibin xezala min
Wexta hatin û min bibin qasidên qesr û qonaxan
Ezê li ser dika diya xwe î bilind rûniştîbim
bêgûman
Wê wextê ezê
Li dengê kûçik û zarokên taxê bi baldarî
guhdar bim teqez
Ezê wê dîmena dengê melayê eşa
Dema wekî teqînekê li çiyayê Şewla dikeve
Û ji çiyayê Şêxmihemed vedigere
Li nava taxan belav dibe
Bikim keska Kaliko û bi ser dilê xwe vekim
Û bimînim li benda wan
Ezê wê êvarê li benda wan bim
Wexta hatin
bi rimirim
û min bibin
Ezê bêjim ji camêrên ku
Destên wan bi hefsarê hespên kumêt ve
şidyayî
Kêlîkekê bisekinin mîrze fermandarno
Kêlîkekê ji wê dilovaniya ku alem pê dizanin
Destûrê bidin min
Û têkevim tevgereke nîgaşî
Ezê ji wan dîmenên hêviyan
Dîmenekê ji tûrikê Pîrxetabê hekîm
Û Sîn û Seydoşê hewaran
Dîmenekê jî ji Siltan Şêxmûsê dildaran
deyn bikim
Ezê bêjim wê êvarê ji çavsoran re
Seetekê jî ji havîna Deştegewrê
Bi eşêfa sibeheke mehreşkê re
Bi destên qerm bipîvin
ji kerema xwe re
Dema ku destûr dane min
Û min li Giharê Dîna nêrî berî destgirêdanê
Ezê keserkûriyekê ji Çiyayên Mazî
Bi guhê şivanekî bêdengiya Birka Nexşê
Li tembûra hozanê taxa jêrîn
Bi pala beroj re guhdarî bikim
Û dîlana xort û qîzên Şemrexa bi hizn û şahî
Daqurtînim
Wê jî bi deyn
Careke din ezê hijdeh pelên dara berûyê
Ya di hewşa rehmetiyê bavê min de şînbûyî
jêkim
Û li ba hijdeh rondikên di kezeba min de veşartî
bi texmînî deynim
Di kêlîkên dawiyê de
Ezê dîsa li ber wan bigerim bi dilnermî
Ji bo bêhn bikim
Helbestên Amîdayê dilzîz
Ezê ji alîkî bi lempeyên bajêr re bikenim
Ji alîkî jî biqulupînim rûpelên hestiyar î yadîgar
Ezê rêzikekê ji bajarê neftî
î benê xilboqî lê hat dericandin bê hejmar
Yekê ji “warê çî min jê” î bi kevirên ku
Meryem û Horê pelandî
Ji şikeftên teyr û tilûran pêkhatî
Û yekê jî ji çarenûsa çiyayên bilind
Ji kolikên çaralî î serbidar biqîrim asoxî
wekî din tiştekî nakim xezala min
wê êvarê çi bimînin li dû min
Wê bendewarê min bin heta ez bêm
Ezê destên xwe tevlî qevda porê te
Di nava hîre hîra bi nalan re
Dirêjkim çeporast
Wekî dema hevalên min çûbûn
Ji warê xwe wê êvarê
Pûşper 2002
NÎŞE:
Şewla, Şêxmihemed, Giharê Dîna: Çiyayên li dor Şemrexê ne
Birkenexşê, Deştegewrê: Deverên li dor Şemrexê ne
Pirxetap (kaliko): Dergehek şêx e (an pir e), li gundê Şemrex Pîran e. Bi baweriyeke ji bo mirov ji nexweşiyan xelas bibin û bibin xwedî zarok diherin wê derê,
Siltan Şêxmus: Dibêjin Ewliyayek e li navbera Şemrex û Mêrdînê dergehek wî heye. Mirov pir tên ziyareta wî û xort û qîz li wê derê hev nas dikin.
Sîn û Seydoş: Du mirovên efsanevî û dîrokî yên dewra şerê ola Mislimantî ne, ziyaretgeha wan li herêma Dêrika Çiyayê Mazî ye.
* Nameyek ji şaredarên kurd re