Min soz dabû xwendevanan ku dê mijara Bayezîdî û Jaba û hevaltiya wan di quncikekî xwe de belav bikim, vaye ez soza xwe bi cih tînim.
Di sedsala nozdehan de kurdnasî wekî beşekî rojhilatnasiyê zêde geş bû, di wê hingamê de paytexta Rûsyayê Petersburg bû warê lêkolînên mezin û sûdwer li ser kurdan û zimanê wan û herêmên ku ew lê belav dibin. Ji kurdnasên wê demê August Jaba bû (1801-1894) li Erzeromê bûbû qonsolosê welatê Rûsyayê. Akademiya Petersburgê ew teklîfî gelek karên kurdnasiyê kiribûn. Qederê jî rola xwe lîst. Şerê Qirimê li dar ketibû, birayê oldarê kurd, zanayê mezin û bavê pexşana kurdî Mele Mehmûdê Bayezîdî (1797-1867) di wî şerî de hatibû kuştin. Bazirganiya kurê Mele Mehmûd têk çûbû. Ew jî bêgav bûbû, perîşan bûbû û karê xwe û vegera Kurdistanê dikir. Helbet dê vegeriyaba Bayezîdê (1)
Lê venegeriya. Çima venegeriya? Pirseke ku divê bersiva wê ne wisa avêtî be. Ew venegeriya ji ber ku rastî zanayekî ewropî hat. Ew zana hem siyasetmedar, hem jî akademisyenekî polonî bû ku ji dewleta rûsî re dixebitî. Ew A. Jaba bû ku li gor qaîdeyên zanistî yên ewropî nirxê berhema mejî zanîbû. Wî bi israra xwe nehişt mele Mehmûd vegere, ne tenê israr lê xelatên mezin !! Çi ne ew xelat? Em nizanin. Dibe ku pere bin, dibe ku kurkên sivoran û hin gustîlkên zîv û bi qaşên feyrûz bin. Dibe jî hin diyariyên mezin bin. Bi her halî keda Bayezîdîyê kurmanc, ji bo Jabayê polonî û qonsolosê Rûsyaya dijmina osmaniyên misilman, ne belaş bû. Jaba di nameyeke xwe de dibêje:
Tenê daxwazên min ên herdemî û xelatên mezin, ew (Bayezîdî) dahf da vê xebata giran bide ber xwe. (2)
M. Bayezîdî dest pê kir ji bo Jaba berhem nivîsîn (3). Wekî me got, bêguman ew keda Bayezîdî li ba Jaba ne kedeke wisa erzan bû, ku ne alîkariya Jaba bûya, me dê niha nivîsên Bayezîdî yên der barên kurdan, klasîkên kurdan, zimanê kurdan, êlên kurdan nas nekiribana. Em berî Bayezîdî deyndarê Jaba ne.
Ez dixwazim li vir bibêjim ku nivîskariya kurdî hîn jî belaş e. Hîn jî siyasetmedarên kurdan (berî weşangeran, weşanger jî di halê nivîskaran de ne) ew yek fêm nekirine ku qelem ji şûr bi hêztir e (4).
Binêrin li tevgera Bedirxan beg, çi jê ma ?? Lê keda Celadet û Kamûran Bedirxan binêrin!! Li keda Mîqdad, û Kamûran û xeyrî wan kiriye binêrin ji sed serhildanên ku dê têde bi hezaran kurd bihatina kuştin, gund vala bibana û jin bî bimana û zarok sêwî bimana pêwîstir bû. Me hîn keda mejî nas nekiriye, em çi serê xwe vala vala bilind dikin. Em kurd hîn nirxê qelemê nizanin. Tifingê em har û dîn û kor û pûç kirine. Ez nabêjim bila tifing hebe yan nebe. Lê tifing tu carî dewsa qelemê nagre. Em miletekî gelekî li paş in, di dawiyê de ne. Pozbilindî ne ji me re ye. Em çi ne !! xwe bi çi dibînin. Ma gelo Bedirxan beg, ku ew qase zengîn û maldar bû, nikaribû çapxaneyek bikiriya û bida destê Mele Mehmûd û bigotayê de berheman çap bike!! Kesekî dê negotibayê na neke. Li ba min kirîna çapxaneyekê ji serhildana Êzdînşêr beg û Bedirxan beg gelekî pêwîstir bû, xwînrijandin û şer û mêranî ne ew karê zor e. Dirinde jî dikarin şer bikin. Lê avakirina li ser bingehên ku mejî datîne, ew karê herî zor e ku kurdan ji xwe re nekiribûn û hîn jî nekirine kar.
***
1- "Mehmûd efendî Bayezîdî, ku bi nijadê xwe kurd e, ji Bayezîdê ye. Temenê wî 60 sal in lê hîn li ser xwe ye. Xwendina xwe ya pêşîn li bajarê xwe kiribû, paşê çûbû Tebrîzê. Dema ew li Erzeromê bû, yekemîn kes bû ku deqên bi zimanê farisî redekte dikirin û werdigerandin ser zimanê tirkî. Dema şerê vê dawiyê yê li dijî Rûsyayê (Cenga Qirimê), birayê wî hatibû kuştin. Ewî birayî alîkariya kurê Mehmûd efendî di karûbarên bazirganiyê de dikir. Mehmûd efendîyê reben, nema karîbû debara xwe bike, rabû di çaxa vegera min a ji Erzeromê de, vegeriya Kurdistanê. Wî planên xwe guherîn û ji sala 1856’an de bû xoceyê (mamosteyê) min ê taybet der barî zimanê kurdî de " ji nameyeke A. Jaba ku ji akademiya zanistê ya Rûsî re di roja 10/22 êlûnê 1857’an de hinartibû.
2- A. Jaba di nameya xwe de ya ku ji bo B. Dorn di 13’ê Tirmeha 1857’an nivîsîbû. Binêre: Arşîva Akademiya zanistê ya YKSS (Yekîtiya Komarên Sovyetê yên Sosyalîst), f.776,op. 4,N-10.p 2. ji pêşgotina pirtûka Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî tercema mela Mehmûdê Bazîdî. Xebata Seîd dêreşî . Weşanên Spîrêz. Duhok 2007, hatiye wergirtin.
3- Berî ku A. Jaba bê Erzeromê di sala 1856’an de, Mele Mehmûd gelekî xizan dijiya û xwe amade kiribû -li gorî ku A. Jaba dinivîsîne- here Kurdistanê. Pêşniyara Jaba, Mele bibe hevkar û alîkarê wî di fêrbûna zimanê kurdî de, planên Melê guhertin û ji wê demê de wê hevkariya wan a gelekî bi fêde dest pê kir û bi salan dirêj kir. Ji berhemên vê hevkariyê mirov dikare van nivîsarên ser dîroka kurdan bijimêre; wergera ji farisî bo kurdî ku Mele Mehmûd ji cildê yekê yê Şerefnameyê re amade kir û pêkanîna destnivîsek fereh a hezar pelî bi navnîşana (Kitaba tewarîxê cedîdê Kurdistan) bi daxwaza A. Jaba û xelatên merdane. Melê jêra pirtûk bi nusxekî tek, di sala 1274 (1857-1858) de nivîsand. Her di wê demê de nivîsarek din jî (Adet û risûmatnameê Ekradiye) hatibû amadekirin.
4- Ev qelem şûrê min e, hindî û misrî ma çi ne ?? Cegerxwîn di helbesteke xwe de.
**
Nivîsên têkildarî vê nivîsê:
1- Aliksander yan August Jaba? Nimûneyek ji rebeniya lêkolînê li ba kurdan. Diyarname