Ji bo 14’ê Reşemî Roja Çîrokan a Cîhanê li çîroka kurdî û kurdan pîroz be, çalakiyek ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd, Kovara W, Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Pena Tirk Şaxê Amedê ve hat li darxistin. Min jî li ser pêvejoya çîroka xwe hinek agahî bi beşdar û mêvanan re parve kir. Ji ber girîngiya vê mijarê û ev axaftin bibe sûde ji wêjeya kurd re, dixwazim bi xwendevanên Diyarnemyê re jî parve bikim.
…
Bi mabesta roja çîrokan a cîhanê ku em û xwendevan, dost û heval hatine ba hev pir bextiyar û dilxweş im. Wekî gelek kes zanibin min ji bilî çîrokan helbest nivîsandine û lêkolînên zargotinî jî kirine lê wê îro tenê qala çîrokan bê kirin.
Bi rastî çîrok jiyan e. Carinan kêlîkek carinan demek carinan jî salek an jî hê dirêj. Heger ez bixwazim çîroka çîroka xwe ji we re hinekî vebêjim ez bawer dikim wê çîrokek dirêj derkeve holê. Lê ji ber ku bi ya min çîrok ku pir dirêj bin nav jî tê guherandin dibe tiştekî din, ev dibe ku roman be yan jî vegotinek dirêj, ji ber vê ezê pir dirêj nekim.
Di sala 1993’yan de min dest bi nivîsandina bi kurdî kir, yekser bi pêkenokan bû. Lê di demeke kurt de aliyê nivîsê yê hunerê ez kişandim. Min pêşî bi çîrokê dest bi wêjeyê kir. Çîroka min a pêşî di sala 1994’an de bi navê “Çemê reşan tije xwîn bû”. Ev çîrok jiyana şervanekî û jiyana bizinekê, bizina kol bû. Mijara vê çîroka min şer bû.
Çîrokên wê demê ku dihatin nivîsandin, ez nabêjim giş lê bi piranî di bin bandora civakê, di bin bandora şer de bûn û ji bo peywirekê dihatin nivîsandin. Ew peywir xelasiya gel bû. Wekî piraniyê nivîskaran, ez jî, di nava gel de dijiyam û êş û janên ku mirovan dikişandin min bi xwe jî dikişand û belkî jî ji hestên min ên hunerî jî hê pir bandor li min dikir û min bi wan hestan jî çîrok dinivîsand. Ev ne tenê dibû bingeha çîrokê, ango çîroka ku di nava şer de bû ne tenê ev bû, berî wê pêvejoyê jî hebû. Ciwaniya min a berî sala 1980’yî jî pir nêzî siyasetê derbas bûbû. Ji ber vê yekê jî çîroka min wê demê wekî ji sedî sed ji bo peywira siyasî dihat holê.
Li bakurê welêt, wekî di hişê min de di hişê pirê nivîskaran de jî wisa bi cîh bûbû ku her tişt ji bo siyasetê ji bo pêşdebirina hêza siyasî bû. Ku çîrokek bihata nivîsandin û behsa jan û êşa gel nekira an behsa qehremaniyê nekira yan jî hinekî ajîtasyon tê de tunebûya, ji xwe tu bal jî nedikişand û hinekî jî şerm dihat dîtin. Wekî gelek kesên wê demê dizanin ne tenê nivîsandina çîrokek derî şoreşvaniyê, nivîsandina bi kurdî bi xwe jî bi gelek awayan şerm dihat dîtin. Hewayek pir hişk hebû wê demê. Ev hişkî di rihê mirovan gişan de hebû. Ji ber ku berî salên nodî salên 80’yî hatibû derbaskirin û salên heftê û heştêyî gewimandina fikra ramyarî û siyasî bû. Beden û hişê mirovan êdî hatibû li ber teqandinê sekinîbû. Tu kesekî sakîn, sihal û jiyan aram, hema hema tune bû. Bi hestên şoreşgerî, mirovan xelasî nêzîk didîtin û bi wê yekê re jî xwe di nava peywira siyasî de didîtin. Piştî ku di salên nodî de şer gur bû û bandora xwe li jiyana mirovên ku li bendî çirûskan bû kir, êş û jana şer jî jiyanên mirovên kurd serobino dikir. Ji çîrokên êşan pê ve tu tiştek nedihat bihîstin. Çîrokên fantastîk çîrokên surrealî belkî nedihat bîra kesî yan bihata bîra nivîskaran jî kêfa wî qet jê nedihat û dilê wî lê rûnedinişt. Ne ku wê demê min digot ezê çîrokên xwe bi wan hestan binivîsim an jî min nedigot ku ezê çîrokên wisa dû re binivîsim. Hest û ramyariya hestiyarî û siyaseta hişk a li holê ev yek nedianî bîra min jî.
Çîroka min a wê demê hatibû nivîsandin bi navê “agir jî dîl bû” jî yek ji wan bû û bi hestên şer hatibû nivîsandin. Ango ez dikarim bibêjim min bi xwe di wê çîrokê de şer kiriye min çîrok nenivîsandiye. Carinan wekî siyasetmedarekî radibûm ser kursiyê min dirûşme digot, carinan jî min wekî yekî ku dijminê xwe bi çêran dixist bin erdê. Çîrok ji serî heta binî bi peywirekê barkirî bû. Lê ew peywir ne ku bi edebî û siyaseta bi edebî dihat gotin raste rast ajîte bû. Dibe ku ez aniha çîrokek wisa li ser wê bûyera ku gundek dihat şewitandin binivîsinim. Lê ji ber ku wê ne bi peywîra siyasî barkirî û ne bi hestê ajîtane, lê bi awayekî rasteqînî yan jî hunerî bê nivîsandin wê pir û pir ji wê çîrokê cuda derkeve holê.
Ji ber wê peywira xwe ya siyasî ku mirovan bi awayekî xwezayî xwe bi xwe ji xwe re çêkiribûn min jî ji ber wê peywirê, tiştine din jî di ber re dikir. Wekî min li jor jî got min helbest, xebatên zargotinê heta û heta rojnamegerî jî dikir. Di vî warî de berhemên min ên çapkirî jî çêbûn.
Ez ne tenê çîroka xwe ya wê demê ecêb dibînim an rexne dikim, ez jiyana xwe pir û pir ecêb dibînim. Her du deman didim ber hev û dibêjim gelo çawa em hatin heta vê derê? Bi rastî dema ku mirov wan salan û salên a niha dide ber hev hiş û aqil disekine. Lê ku mirov diyalektîkê difikire jî mirov fêm dike ku gelek guherinên mezin di jiyana me de çêbûye û xweza qet dev ji me bernade, her tim me tîne ser rêya asayî û zagonên xwe ji sedî sed bi cîh tine. Tu carî jiyan nasekine. Mirov bi şeran, bi kuştinê bi êşan naqelin û winda nabin. Ku mirov vê yekê bifikire mirov dê bibêje sebir kişandin û rik û înada biaqil carinan mirov ji hestiyariyê bêhtir digihîne encamê û serkeftinê.
Bi jiyana civakê ku wê demê serobin dibû çîrokên li gor wê derdiketin, îro jî li gor vê dema ku jiyana mirovan ketiye rêyeke din û kar û xebata gelek kesan bi hestine asayî û hê profesyonelî û bi zanebûn derdikevin holê. Çîrok li gor wê yekê tên nivîsandin. Gelo îro jî çîrokên wekî wê demê nayê nivîsandin, belê û wê di demên pêşde jî dibe ku bêne nivîsandin. Lê êdî ew çîrokên bi peywira tenê siyasî ku her kes wekî nan û avê li ser milên xwe datanîn û tenê siyaset dikirin, pir kêm bûye. Bi taybetî ji bo wêjevanan ev xuya dibe. Êdî mirov dixwazin peywirên bi aqil û li gor xwe bikin. ne bi peywirdarkirinê lê serbixwe û afirandinan her kes li gor xwe û zanebûnek bi rastî edebî tê holê. Îro çîrok û romanên tewir bi tewir derdikevin holê.
Ji ber vê yekê jî di pêşiya salên 2000’î de çîrokek min bi navê “serpêhatiya min a berderî” derket holê û tenê kêlîkek ku ez ji hundir derdikevim derve. Lê bi awayekî kêf û henek. Bi awayekî ji wê jiyanê xelasbûn jî bû.
Ez dikarim bibêjim wekî gelek çîroknûsan Ji bo çîroka min şerê çekdarî di salên 90’î de man. Ew aramiya ku di sala 2000’î de çêbû hê jî berdewam e ji bo çîroka min. An şer dest pê nekiriye. Ji wê demê û pê ve çîrok û romanên psîkolojîk fantastîk, surerealî êdî bala min dikişînin. Ev yek li alî gelek çîroknûsan jî wisa bû di wan salên şer rawesitiyayî. Ji bo gelek çîroknûsan jî şerawestandin hê berdewam e. Di vê demê de êdî em li dîn û beredayiyên xwe vegeriyan me çîroka Fewzî Bîlge “Ecikciko” û yên din xwendin. Lehengên ku di wan deman de têk çûbûn me bihîstin di çîrokan de, me giriyê dayikan û şervanan jî dîtin. Êdî ev ji çîroka salên 2000’î re ne eyb e. Kîjan aliyê civakê ku wê demê nexuyabû êdî dibe mijara çîrokê. Psîkolojiya civakê dadikeve qada nivîsê û çîrok û romanên wekî “Ez ê yekî bikujim”* derdikevin, “Masî tî dibin”** û em dibînin masî bi wê hisreta tîbûnê dihere. Êdî çîroknûsekî wekî Hesenê Metê şeytên jî bi me şêrîn dike.
Ji ber van sedeman û civaka ku di hundirê xwe de nakokiyên gelek balkêş hildigire. Çîroka min jî ber bi psîkolojiya mirovan û civakê dihere. Dosyaya min a aniha li ber weşanê ye hewl dide ku van nakokiyan bide fêmkirin. Zext û pêkûtiyên li ser jinê her û her berdewam e û ji alî beşek civakê ve ev pirsgirêk tê dîtin lê ji alî beşek pir û pir ev pirsgirêk hê jî wekî namûsê tê binavkirin. Pirsgirêkên eşîrtî û malbatî hê jî bi tundî fortan li demokrasiyê dikin. Van xalana nahêle ku demokrasî bi pêşkeve û civak biguhere. Lê têkoşîna bi van pirsgirêkan re bi awayekî saxlem nakeve hişê mirovan. Hê jî mirovê ku em dibêjin herî pêşketî yan pêşverû jî, di pirsgirêkek xwe de ku tehdeyek yekî lê bê, wê gavê çavê xwe li pismam û xal û xwarziyê xwe digerîne. Qet û qet saziyên demokratîk nayê bîra wî. Ev yek pêşketina kesayetiyan, asta civakê xuya dike û xuya dike ku hê civak li ku ye û ji demokrasiyê çi fêm dike. Ev mijar wê êdî bibin babet ji bo çîrokên min.
Ez di wê baweriyê de me ku çîroknûsên kurd wê van pirsgirêkan êdî bi awayekî berfireh bînin zimên. Dibe ku nêrîna beşek ji civakê hê wekî berê be jî û hinekî şerm bê dîtin jî. Lê êdî wekî salên nodî wê bondora hestriyarî li çîrokê neke. Wê nakokî bê nivîsandin, wê rexne li her beşên civakê bê kirin. Yên ku divê bibin alîkar mirov û rêxistinên pêşverû ne. Çîroknûs fikra xwe ya îdeolojîk çawa dibe bila bibe, heke berhema wî edebî be divê rêz jê re bê girtin û berhema wî di her qadê de cîhek jê re bê veqetandin.
Dibe ku çîroknûsekî wekî Ferhat Pîrbal têkiliya civakê bi petatan jî re çêbike. Dibe ku heta dawiya çîrokê jî tenê pêl li qaşilê mûzê jî bike.*** Ev yek wê şexs û civakê bi pêş ve bibe. Wê teknîka çîrok û wêjeyê bi pêş ve bibe. Dibe ku ne li gor dilê siyasetan be jî, dibe ku tu têkiliya çîrok û siyasetê tune be jî û dibe ku nivîskar tenê ji bo dilê xwe bîne cîh çîrok, roman an helbestê binivîsîne. Divê ev di tu derê de şerm neyê dîtin. Heger mirov çîrokekê romanekê an helbestekê ne ecibîne mirov rexne bike bes e.
Di vê dema pêşketî de, wê nîqaşên nivîskaran jî derkevin û ji bo mijarên çîrokên xwe nîqaşên tund jî bikin. êdî ev pêşketina çîroka kurd nîşan dike. Bawer bikin “Raskolnîkov”ên me pir in, bawer bikin koloniyên cezakiriyên me pir in, bawer bikin zilamên me yê bi manto jî pir in. Bawerî jî heye ku Dostoyevski, Kafka û Oguz Atayên kurdî jî wê pir bin. “Xadim”ên**** me jî pir in û kesên ku dixwazin yekî bikujin jî hene. Ev mijara çîroknûs e êdî. Divê çîroknûs kêmaniyên civaka me tirsên me, nakokiyên me yên qet nehatine gotin bibînin. Eyb û şermên me, xeletî û quretiyên me jî derkevin holê. Zordariya kesayetiyên kurd ku li kurdan kirine, zordariya ku kurdan li jinê kiriye û dike jî derkeve holê. Urf û edetên me yên paşdemayî jî derkevin holê. Nakokiyên bajarvaniyê ku kurd lê dilikumin jî divê baş derkevin û bi zimanê bajarvaniyê ev yek bê nivîsandin. Û dîsa hêviya min heye ku zimanê kevin bingeh bê girtin û zimanekî nûjen bê bikaranîn.
Hêviya min ji çîroknûsên kurd heye. Dibe ku çîrokên salên nodî heke ne pir edebî bin jî û dibêjim tije ajîte bin jî bûnin kevirên qorek ji qorê bingeha wêjeya kurdî ya îro û ya pêşerojê. Spas.
14.02.2009 Amed
*Ez ê yekî bikujim, Firat Cewerî, Weşanên Avesta
** Gava ku masî tî dibin, Helîm Yûsiv, Weşanên Lîs
***Çolistan, Ferhad Pîrbal, Weşanên Avesta
****Xadim, Selahattin Bulut, Weşanên Avesta