Bêrî ku em zarokên pozbilîçik û zendqetiyayî dest bi leşkeriya dewletê ya ku di heftsaliya me de dest pê dikir li nav wan pirêzeyan têra xwe bi lingê xwas meşiyan…Beriyek heta tu bêje bes e dûr û dirêj. Havînan jiyan ji hembêza me dernediket. Topkirina qefleyê pûşan, bazdanên bi dû bîçeran, barûteyên ku ji ber siyekê dihate rakirin û ew baweriya me ya zaroktî ku wê zêde nikaribin bifirin. Lê çi eceb bû tu carî em negihîştin wan û me yek ji wan negirt. Mêzinên me digotin barûte nikarin zêde dûrbikevin. Mezinên me carinan ji me re jî digotin; hûn çi barûtene. Qey barûte kêrî tiştekî nedihatin. Xefkê me hebûn û me dida dû çikçikanan. Gava nikilên xwe li ‘emên’ xwe dixistin daweta me zarokan bû.
Hin salan ber biharî ve palêyên me dihatin ji hêla Mûşê. Tirpanê wan du sê carî ji qama min dirêjtirbûn. Herî zêde gava me xwarin ji wan re dibir kêfa min dihat. Mesefeke heta ser devê xwe tije girar û goşt, li ber tirşik, pîvaz û heta tu bêje bes nanê tenûrê. Eceb bû ji wan xwarinan tiştek venedigeriya malê. Em, ew zarokên ku her gav xwarina ji ber mêvana dima dixwar bi çavekî ecebmayî li ser sifra fîtkirî dinêrî. Jixwe ew jî ne mêvan bûn!
Paşê me xwe hînî topkirina qûnikên cixareyan kir. Li ber pacan gava em derbas dibûn ji xeynî cixareyên qaçax gava em li qûnikên cixareya yê rengzer rast dihatin wekî li denek zêr rast dihatin, ew qas kêfa me dihat. Her çiqas min cixare vedixwar jî wekî koleksîyoneke tiştekî kevnar min hesabindiye miheqeq!
Berî hatina cejnan bi heftayan me dest bi ser lîstika şekiran dikir. Me kevirek li gorî dilê xwe didît û ji sibê heta rojava me dida pey hev kê kevirê xwe li yê kê bixista. Hin ji me roja eydê nêzî du sed sê sed şekirî deyndarê yê din bû. Di eydê de zilam cuda digeriyan li malan. Zarok cuda digeriyan. Şekir jî li gorî wê yekê dihat îkramkirin; şekirên zarokan yê têtîkî bû. Derdê me şekirên zilaman bû. Jiber ku qama me kin bû destê me nedigihîşt sifreya zilaman, me ji jêrde darek li binê sifreyê dixist û bi hay hûyekê êrîşî şekiran dikir. Rojên eydan daxwaza me ya mezin ew bû ku çend deqayan be jî li hêlanê sarbihatana. Ev yek tenê roja eydan mimkûn bû. Ji ber her kes di nav feqiriyê de dijiya û werîsê kesî tunebû ji bo kêfa zarokan di hêlana de bê qetandin. Bi wan werîsan çêlek dihatin girêdan li ber sînoran…
Erê sînorek bi gundê me vebû û toza Amûdê bi hemû hecacoka xwe di nav gundê me re derbas dibû. Torbê û poşetên wê tenê di têla de dialiqîn wekî sembolên bav û qalê me bûn gava bedena wan, rihê wan jî mîna wan torba di nav wan tixûban de dialiqîn. Gava ez çar salî bûm bavê min bêhemdî xwe pêl mayînekê kiribû û mayîn jî bêhemdê xwe teqiyabû di jiyana wî de. Lingekî xwe li dû xwe hiştibû gava derbasî Amûdê bûbû. Ji wê salê heta min dest bi dibistanê kir ji cem wî qet veneqetiyam. Li odeya mêvanan ez wekî mêvanekî wî bûm her car. Dibistan li gund tunebû û rojekê gote min were min qeyda te li mektebê çêkiriye. Serê wê sibehê wê qet ji bîra min neçe. Em çûn mektebeke pir mezin û ez tirsiyam ku li wir winda bibim. Bavê min li bexçeyê rûniştibû û ez heft salî bûm. Wê rojê hemû malbata min mir. Dibistan a razanê bû û ez derbasî sinifê bûm û bavê min li bexçeyê bû. Wê benda min bimaya gava ji sinifê derketibû ma. Ji ber tu caran derew li min nekiribû û ez heft salî bûm. Gava ji nav gelemşeya zarokan derketim û ber bi bexçeyên mektebê bazdam valahiyeke ku hîn jî vala ye min dît. Bavê min çûbû. Dibe ku giriya be jî gava pişta xwe dabû min. Dinya li dora min çû û hat. Gaveke din dîsa vegeriyam cihê xwe yê berê…Lê min tu car tu kes efû nekir ji wê rojê pê de…
Ji xeynî zilamê ser serê me her kesî ji hev fêm dikir. Qişleya mektebê dehan caran ji gundê me mezintir bû û bi sedan zarok lê dihatin terbiyekirin. Tu tiştê wê aniha nayê bîra min û tu tiştê wê ji bîr nakim. Wekî berxikên gava di dahnê wan de şîrê diya xwe bixwin em wisa li bin guhê hev diketin. Carinan jî wekî fragmanekî ji fîlmên Hîtler derketibe em nêzî heft sed kesî di yek sirayê de bêdeng li generalên xwe guhdarî dikirin. Carinan jî me sewtenin ew qas şid dixwarin ku zaroktiya me li ber dilerizî û me fêm nedikir ji bo çi ye. Tenê me xwe dişiband hev. Yê pêşî ya me çawa tevbigeriya emê jî wisa tevbigeriyana. Yê derketiye pêşiya me bigota ‘ez tirk im’ me yê hemûyan bi hev re bigota ‘em tirk in.’ Lê tirk kî bûn û dihatin çi wateyê me nizanî bû…
Me gundê xwe ji hev re digot û gava piştî meheke me diqediya û em diçûn malê wekî girtiyekî hepsan ji bo çend rojan biçe cem malbata xwe em wisa tevdigeriyan. Rojekê bi mehaneya ku didan me min ji bavê xwe re goreyekî reş kiribû û hîn jî rengê wî ji bîra min neçûye. Gotina wî jî ji bîra min naçe. Gotibû: Lawê min şîr helal e…
Ez heta heftsaliya xwe jiyam.
Pîştî wê lal bûm…