“Li zimanê xwe xwedî derkevin (!)”. Gelek kesan, gelek siyasetmedaran, rewşenbîran û nivîskaran ev gotina ku me li pêşiyê nivîsandiye bi dehcaran gotine. Ji bo vê yekê nivîsarên hêja, pirtûkên stûr hatine nivîsandin. Çalakiyên gewre hatine lidarxistin, wekî TZP’ya kurdî qampanya hatine birêxistin û li qadan jî ji alî bi dehezaran kesî ve ev pirsgirêk hatiye bilêvkirin.
Xwedîderketina li ziman çi ye?
Niha, xwedîderketina avahiyekê yan xaniyekî ew e ku mirov lê miqatebe ku dîwarên wî hilneweşin, sîwax û boyaxa wî xera nebe. Heke xera bibe mirov çê bike û saxlem bike.
Xwedîderketina erebeyekê ew e ku mirov yaxa wê, motorîna wê bi pergalî bidêyê û her ji çend mehan carekê nêrîna wê ya periyodîk bike, her ji hefteyekê carekê bişo da ku ew erebe nerize û winda nebe.
Xwedî derketina bedena mirovan ew e ku mirov rojê sê caran nan bixwe, libasan li xwe bike, xwe bişo û wekî din û hwd.
Xwedîderkletina welatekî ew e ku mirov saziyekê li ser ava bike û ew sazî li sînorê wê xwedî derkeve nehêle xera bibe, mirovên di hundir wî sînorî de dimînin perwerde bike û zikê wan têr bike û hwd.
Lê gelo xwedî derketina ziman çi ye?
Gelo tenê gotin e ku mirov bibêje “li zimanê xwe xwedî derkevin”, tenê çalakî nin, tenê pirtûk nivîsandin in. Tenê ji bo ziman mirin e? Tenê ji bo ziman di zindanan de rizandin e.
Bersiva vana na ye. Ji ber ku giş hatine kirin û bi dehezaran mirovan çalakî li dar xistine û qîriyane ku “em zimanê xwe dixwazin” gotine. TZPKurdî di vî warî de peywira xwe ya herî girîng ji xwe bi cih aniye, ez bawer dikim saziyên din jî kêm zêde ev peywir bi cih anîne.
Ez bawer dikim nivîskar jî peywira xwe bi cih tînin û yê herî zehmetê dikişînin jî ew in. Bi salan, giyanê xwe bedena xwe gişî didin ser pirtûkekê û dev ji jiyanê ber didin heta ku wê pirtûkê diqedînin. Ji bo peyvekê yan hevokekê carinan bi rojan difikirin heta ku bi cih dikin û bi hezaran jî pirtûk hatine çapkirin û weşandin
Siyaset jî êdî peywira xwe ya di vî warî de bi cih tîne û ne bes be jî, biryarên balkêş û hêja dide.
Weşanger jî ez bawer dikim peywira xwe bicîh tînin û bi hezar zehmetî pirtûkan çap dikin û diweşînin.
Lê çi ma? Heke ev giş ketibin ser rêya rast û başiyê, kî li dû maye û kî vê matiyê xera dike? Kîjan nig qop e? Kîjan hêman riziyayî ye?
Bersiv: Xwendevan û xwendin. Bê guman bersiv ev e. Kêmaniya herî mezin jî ev e.
Xwendevan êdî nikarin bibêjin “pirtûkên xweş tune ne”. Nikarin bibêjin “babeta ez dixwazim tune ye.” Nikarin bibêjin “ez nizanim bixwînim”. Ji ber ku di warê perwerdehiyê û hînbûnê de jî bi dehan pirtûk hene. Bi wê sondê jî yên ku zanibin bipeyivin di hefteyekê de, yên ku nizanibin jî di çend mehan de wê hînî xwendina kurdî bibin.
Bi kêmanî diviyabû aniha çend kesan bi kurdî bixwenda?
Heke mirov tenê ji bo kurdên bakur mînakekê bide; ji bîst mîlyon kurdên bakur bila deh mîlyon bi kurdî bipeyivin, ji wan dehmîlyonan bila 5 mîlyon welathez û ji zimanê xwe hez bikin. Ji wan 5 mîlyon kesan bila nîvî xwende nîvî nexwende û zarok bin. Dimîne du mîlyon û nîv. Ji wî du mîlyon û nîvî, bila 1.250 hezar kes bibêjin “bi rastî ez welatparêz û ji zimanê xwe hez dikim”.
Ji wê yekê jî bila 750 hezar kes bibêjin em perwerdehiyê dixwazin.
Em dikarin hê jî daxin lê bes e. Divê ev reqem be.
QAMPANYAYA KIRÎNA PIRTÛKÊN KURDÎ:
Qampanyaya kirîna pirtûkên kurdî çê bibe wê çi bibe gelo?
Gelo sed hezar kes her tim pirtûkên kurdî bixwînin wê çi bibe? Gelo her zimanhezek mehê pirtûkekê bixwînin wê çi bibe? Gelo yên ku hal û wextê wan li cih in, mehê du pirtûk û kovarekê bikirin wê çi bibe?
Bêgûman; wê weşanger bibêjin me ev pirtûk sed hezar çap kiriye, me ji vê yekê ew qas pere bidest xistine, emê bi vî pereyî 500 hezarên din jî çap bikin. Wê nivîskar mafê xwe yê telîfê bistînin û bi vê yekê amadekariya pirtûkên din û yên hê pir hêja bikin.
Wê nivîskar di jiyana xwe de hewcedariya aborî ya kesî nebe û bibe entelektuel.
Wê rewşenbîr û bîrbirên welathez û zimanhez zêde bibin. Profesyonel û profesorê zimanê kurdî wê derkevin. Wê rêxistin û saziyên kurdan li ser van hêmanana bên bi rêxistin saxlem bibin. Wê hiş, bîr û hizra neteweya kurdan zexm û reh û koka xwe berde ku kes nikare ji cih bileqînin. Wê dinya bi vê çanda ku em dibêjin navenda medeniyetê ye bihese.
Wê xwendevan bi van pirtûkan kêf û tahmê bistînin. Wê bi zimanê xwe hînî wêje û çanda xwe bibin.
Ezê bi van peyvên Celadet Bedirxan ku di sala 1941’ê de di 15’yê avrêlê de gotiye biqedînim.
“Malxirabno! ma we ew çend wext nîn e, hûn ku ji bo hînbûna zimanê bîyanî bi salan ve xebitîne û îro jî dixebitin, ji bo ku bikaribin "fînfînoke" derewîn bi lêv bikin.
Kuro eyb e, şerm e, fehît e. An hînî zimanê xwe bibin an nebêjin em kurd in. Bê zimantî ji we re ne tu rûmet e. Ji me re rûreşiyeke giran e.”
Pesn, şabaş û hezar pîroz ji wan re ku hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bûne û bi vî awayî mîta heyîna xwe xistine bêrîka xwe û ji bin bandora neteweyên bîyanî derketine....."
Bi van mînakan ez jî dibêjim xwedî derketin ew e ku mirov pirtûkên kurdî bixwîne û ji peyvên Celadet Elî bedirxan jî van peyvan bidizim û bibêjim.
Kurdino pirtûkên kurdî bixwînin!